Çaviyên Mûnzûrê bi berfê xemilîn

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Çile 2024 - 00:13

ROZERÎN GULTEKÎN / JINNEWS / DÊRSIM

Çavîyên Mûnzûrê ku li qontarên çiyayê Munzurê ne û di qirkirinê de gel di hembêza xwe de veşartin, ji efsûnan re bû mijar, li dijî rantê li ber xwe didin û di çar demsalî de bi xweşikahiya xwe bandorek mezin li ser mirovan dikin. 

Çaviyên Mûnzûrê yên li gundê Zireyet ya 17 km’yan ji navçeya Pulur a Dêrsîmê dûr e û bi nasnameya xwe ya pîroz dertên pêş. Çaviyên Mûnzûrê bi ava ji zinarên qontarê çiyayê Mûnzûrê diherike, curebûna nebatên derdorê û sulav xweşikahiyek bi heybet pêşkêş dikin, mêvanên xwe ji bo daxwazên tên dihewîne û mêvan di çaviyên zinaran de ji bo daxwazên wan bên cih findan pêdixin. Li gorî efsûnan Çavîyên Mûnzûrê, wisa pêk hatine; li gundeki qontarên çiya, satila di destê şivanê bi navê Mûnzûr de dikeve û şîrê di satilê de dirije. Piştî şîr dirije, ji erdû av dertê û wisa çavî dertên holê. Her sal ji Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên cîhanê kes tên Dêrsîmê.Yek cihê pîroz yên Dêrsîmê çavî ne. Lê bi hinceta ‘qirêjiya derdorê çareser bikin’ di bin kordîneya Walîtîya Dêrsîmê de ji aliyê Ajansa Pêşvebirina Firatê (FKA) ve proje hat amadekirin. Proje di hezîrana 2019’an de ji aliyê Lijneya Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî ya Erziromê ve hat erêkirin. Ji bo projeyê wê 8 mîlyon lira bê xerckirin. Ji bo projeyê bi xelkê herêmê re hevkarî nehat kirin û di çarçoveya projeyê de du piren pola yên ser ava Mûnzûrê, du otopark, unîteyên standa campîng, cihên seyran û serjêkirina qurbanan dihat plankirin. Dihat armanckirin ku ketina çaviyan jî bi pere be. Ji bo projeyê parêzeran serlêdan kirin. Ji bo betalkirina vê projeyê li Daniştayê doz hat vekirin. Di encamê de proje hat betal kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.