Çavê min ji te têr e!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:03

  • Demên dawî ji hin kesan dibihîzim ku hin peyv, qalib an jî biwêj di kurdî de tine ne. Bi rastî ez jî yek ji wan kesan im ku carinan vê kêmasiyê dikim. 

BÊRÎVAN KARATORAK  / AMED

Demên dawî ji hin kesan dibihîzim ku hin peyv, qalib an jî biwêj di kurdî de tine ne. Bi rastî ez jî yek ji wan kesan im ku carinan vê kêmasiyê dikim. 

Ziman dewlemend e, bi taybetî jî biwêjên Kurdî pirr dewlemend in û li her herêmê biwêjên ku dil û hinavên mirov dihelînin hene. Lê bê şensiya me ya Kurdên li metropolên Tirkiyeyê mezin bûyî ew e ku em her çiqas bi zimanê xwe yê zikmakî bizanin jî ji aliyê qalib û biwêjan ve kêmasiyên me hene. 

Dema ku mirov berê xwe dide bajar û gundên Kurdistanê, ev yek eşkeretir li ser û çavê me dikeve. Di rewşên wisa de pirrî caran dikevim quncikekê û li diya xwe digerim. 

Diya min û bavê min li ber hev rûdinin û serê xwe bi pirsa min diêşînin, carinan mijarê dirêj dikin û dest bi çîrokan dikin.

Ji ber ku em bi zimanê serdestan perwerde bûne, bivênevê di axaftinê de qalibên wan cih digirin. Herî zêde jî dema ku mirov dixwaze bi Kurdî çend hevokan binivîse, ev rewş derdikeve holê. Xweparastina ji qalibên serdestan, carinan dibe wekî fobiyekê. Heta ew fobî ewqasî mirov diêşîne ku carinan lê dinêrim ku qalibên resen ên Kurdî jî înkar dikim. 

Li gel vê xweparastinê jî, carinan dema li nivîsên xwe yên berê dinêrim, qalibên wan di nav nivîsê de destê xwe dihejînin ji min re, de were û dîn nebe.

Li Kurdistanê her çiqas perwerde ne bi zimanê zikmakî be jî ji ber ku di nava civakê de Kurdî tê axaftin, qalib û biwêjên Kurdî hatine parastin. Hin kes dibêjin, ez bi Kurdî nizanim an jî baş nizanim. Lê belê di nava axaftinê de qalibên Kurdî bi kar tînin. Heke bi Kurdî neaxivin jî bi qalibên Kurdî bi zimanê serdestan diaxifin. Bingeh li vir e, perwerdeya bi zimanê zikmakî li ku ye? 

Rojekê dîsa nakokî, pirsgirêk û pirsên li ser ziman ez aciz kirim û min berê xwe da deştekê… Dilopên baranê hêj erd şil nekiribû.

Dengê ewran dihat, hew mabû biteqin… Heke ez negihiştama deşteke Kurdistanê, ez ê berî ewran biteqiyama… Li kêleka rê erdekî mezin hebû, rengê kesk li axa qehweyî vedabû. Dilopên baranê dest bi konserta xwe dikirin. Min destên xwe li berîka xwe pelandin, li cixarê digeriyam… Divê min gotinek bidîta ji vê rewşê û ji vê hewayê re. Ti gotinan têra vegotina wê kêliyê nedikir…

Jinek û zilamek di ber min re derbas bûn, li ser meseleyekê henek li hev dikirin. Jinê digot zarokek bes e, ez êdî nema zarokan çêdikim. Zilam bi bişirînekê ji jinê re got, ‘Çavê min ji te têr e, tu dikarî zarokeke din jî çêkî’…

Çavên min li deştê, baran dibare, giya şîn dibe… Çavê min ji te têr e!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.