Çarşema Sor veguherî raperînê

Çarşem 15 Adar 2023 - 23:40

Bi boneya Çarşema sor a ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêxistina agir û lidarxistina şahiyan tê pîrozkirin, îsal veguherî çalakiyên li dijî rejîmê. Çalakî li  parêzgehên Tehran, Meşhed, Şîraz, Ehwaz û Zahîdanê û li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê veguherîn xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê.

Li gelek cihan gel li ser cadeyan agir pêxistin, wêneyên  Xumeynî û Elî Xamneyî hatin şewitandin û dirûşmeyên li dijî rejîmê hatin gotin.

Navenda Daneyan a Îranê di rapora xwe ya nû de eşkere kir ku hejmara kesên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine bidarvekirin, ji destpêka Zivistana îsal ve li gorî 15 salên bihurî ji sedî 24 zêde bûne.

Li gor daneyan, di navbera salên 2008-2022’yan de di her 17 saetan de kesek hatiye bidarvekirin. Lê ji destpêka 2023’yan ve ji ber zêdebûna hejmara kesên tên bidarvekirin, di her 14 saetan de kesek tê bidarvekirin.

Li gorî heman amaran, ji destpêka sala 2008’an ve herî kêm 7 hezar 850 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Di raporê de tê eşkere kirin ku di nava 65 rojên destpêkê yên îsal de herî kêm 113 kes li Îranê hatine bidarvekirin.

Li aliyê din li gor amaran, di nava du mehên borî de herî kêm 22 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê hatine bidarvekirin. Ji vana herî kêm 5 kes girtiyên siyasî ne û 28 kesên din jî girtiyên edlî bûne. Her wiha piştî serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ destpêkirî û şûn de 4 xwepêşander hatine bidarvekirin, ji vana yek Kurd e û cezayê bidarvekirinê li zêdetirî 110 kesan hatiye birrîn.

Cezayê Ozdemîr hat rawestandin

Malpera Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand, di rojê borî de cezayê bidarvekirinê yê girtiyê siyasî Hatem Ozdemir ku ji Bakurê Kurdistanê ye, ji aliyê Şaxa 9’an a Dadgeha Îranê ve hat betalkirin. Li doza temyîzê dadgeha bajarê Urmiyê wê binihêre.

Hatem Ozdemir di 23’yê Hezîrana 2019’an de li devera sinorî ya bajarê Çildêran a Wanê ketibû kemîna hêzên rejîmê û bi birîndarî hatibû girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.