- 5 welatên Yekitiya Ewrûpayê, ragihandin ku Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê, di amadekirina pêşnûmeya reformê ya Destûra Bingehîn de bi ser neketiye.
Welatên Yekitiye Ewrûpayê (YE) Fransa, Estonya, Îrlanda, Elmanya û Belçîkayê, der barê hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de ku li bajarê Cenêv ê Swîsreyê dimeşiya, daxuyaniyeke hevpar dan. Welatan, diyar kir ku heta niha 5 tûrên hevdîtinan pêk hatine û komîte di amadekirina pêşnûmeya reformê ya Destûra Bingehîn de bi ser neketiye û komîte nikare dewam bike.
Dewletan di daxuyaniya xwe de bêyî ku qala rola “muxalefetê” bikin bal kişandin ser rola neyînî ya rejîmê ya di hevdîtinan de û gotin: “Rejîma Sûrî astengkirina xwe ya pêvajoyê didomîne û bi awayekî çêker nêzî pêşniyazên muxalif û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê nebûye.”
NAVENDA NÛÇEYAN