Ji bo sê jinên şoreşger ên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin amadekariya bibîranîn û meşê tê kirin. Meş 9ʼê Çile li Parîsê pêk tê. Fransî û saziyên gelên din jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Gelek sazî û dezgehan belavokeke hevpar parve kirin û bi sernavê “Stop Erdogan” bang kirin.
Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî yên li Fransayê (CCAF), Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Sendîka Solidaires, SOS rasicme, Tevgera Dostaniyê ya Navbera Gelan û Dijberiya Nijadperestiyê (MRAP), Tevgera Aştiyê, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyê (ACTIT), Komeleya Qibris-Fransa, Civata Helenîk a Parîsê û Komîteya Destekê ya Xiristiyanên Iraqê peyameke hevpar dan û dan zanîn ku divê ji rejîma Erdogan re bê gotin, bila dev ji şîdetê berde.
Di daxuyaniyê de şîddeta Erdogan bi giştî tê destnîşankirin û şîddeta Erdogan a li Fransayê li dijî Ermenî û Kurdan jî bi xetên stûr tê bi bîr xistin û tê gotin, divê Erdogan re bê gotin, rawest e.
Hevseroka Partiya Çep Danielle Simoneta jî ji bo meşê bang kir û got, sê jinên Kurd bi fermana Erdogan hatine kuştin û pirsî, gelo Macron û daraza Franseyê li benda çi ne?
9ʼê Çile li Parîsê û ji bilî wê jî wê li gelek navendên Ewrûpayê meş bêne lidarxistin. Meşa li Parîsê wê saet li 13ʼan ji Gare du Nord dest pê bike. Wekî din wê li Strasburg, Rennes, Marsilya, Toulouse, Bordeauxê jî meşê hebin. Li Elmanya jî wê li Berlin, Dusseldorf, Hannover, Frankfurt, Stuttgart, Freiburg, Hamburg, Kiel, Salzburg, Nürnberg û Bremenê jî çalakiyê hebin. Dîsa li Swîsre, Belçîka, Hollanda, Awusturya, Swêd, Danîmarka û Norvêcê jî Kurdistaniyê û dostên wan ji bo dadê dakevin qadan.
POLÎTÎKA AZAD