Bye bye F-35 û F-16 jî ne diyar in

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Cotmeh 2021 - 04:32

  • Sullivan got; “Ez li bendê me ku Biden û Erdogan li Glasowê hevdîtinê bikin. Niha nikarim vê piştrast bikim, lê bendewariya niha ev e.”

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Jake Sullivan da zanîn ku Tirkiye di programa F-35’ê de nîne, lê pêvajoya ji bo F-16’an didome. 

Jake Sullivan wê tevlî serdanên Ewrûpayê yê Serokê DYE Joe Biden jî bibe. Wî di balafira Biden de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa, ka Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan û Biden li paytexta Skoçyayê Glasgowê hev bibînin yan na, Sullivan got; “Ez li bendê me ku Biden û Erdogan li Glasgowê hevdîtinê bikin. Niha nikarim vê piştrast bikim, lê bendewariya niha ev e.”

Sullivan li ser çawaniya nêzîkatiyên DYE´yê beramberî daxwaza kirrîna F-16’an a Tirkiyê ji DYE’yê jî got, “Tirkiye êdî di bernameya F-35’an de nîne. Lê herçî bernameya F-16’an e, bi salan e pêvajoyek heye li ser wê yekê ka welat çawa balafirên şer ên F-16 bikirin. Tirkiye niha di vê pêvajoyê de ye û ev pêvajo jî wê bidome.”

Ev gotinên Sullivan bi daxuyaniya Pentagonê re jî lio hev dike ku pêr nivîskî weşandibû. Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya DYE´yê Anton T. Semelroth got, "Pêvajoya derxistina Tirkiyeyê ji bernameya F-35´an 23´yî Îlona bihurî hat bidawîkirin." Wî got, Heyeta DYE´yê 27´ê Cotmehê jî li Enqerê hevdîtin kirin û ev hevdîtin li ser wê yekê ne ku meseleyên ji ber derxistina Tirkiyeyê ji bernameyê bên çareserkirin. Heyetên DYE û Tirkiyeyê wê ji bo van meseleyan - Tirkiye dawa pereyên ku li bernameyê razandine dike - di nava mehên li pêşiya me de li Washingtonê careke din bicivin. Lê vegera Tirkiyeyê li bernameya F-35´an êdî ne mumkin e.

WASHINGTON  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.