• Li Swêdê buhayê kirêyan hikûmet xist.

Minaqeşeyên li ser diyarkirina buhayê kiriyên xanî û staran li Swêdê rê bir ber bi dengdana baweriya bi hikûmetê. Di encama dengdanê de hikûmetê dengê lazim negirt û ket.

Li ser banga Partiya Çep (V) rûniştina li meclîsê pêk hat. Sosyal Demokrat (S) û partiya Hawîrdorê (MP) koalîsyon pêk dianîn. Demokratên Swêdê (SD), Mihafezekar (M) û Demokratên Xirîstiyan (KD) xwestin hikûmet bikeve. Stefan Löfven serokatiya hikûmetê dikir û hikûmeta wî 181 dengan ket.

Li ber Löfven êdî du rê hene. Yek ji van îstîfaya Löfven e. Hingê serokê meclîsê wê serokê muhafezekaran weke partiya duyem a xurt wezîfedar bike. Heger ew nikaribe hikûmetê ava bike, serokê meclîsê ji nû ve wê li Löfven vegere. Rêya diduyê jî ew e ku Löfven biryara hilbijartinê bide. Hingê jî hilbijartin wê ji ya plankirî salekê zûtir pêk bê.

STOCKHOLM