Bogdanov: Lihevkirin çênebûye

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 22 Adar 2023 - 03:28

  • Mîxaîl Bogdanov diyar kir ku derbarê civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê de ku biryar bû di 15-16ʹê Adarê de pêk bê, heta niha tu lihevkirin çênebûne.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov diyar kir ku der barê civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê de ku biryar bû di 15-16ʹê Adarê de pêk bê, heta niha tu lihevkirin çênebûne.

Li gorî çapemeniya rûsî, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov got: "Rûsya bi Sûriye, Îran û Tirkiyeyê re li ser nexşerêyeke ji bo lidarxistina dan û standinên çaralî yên bê yên li ser asta cîgirên wezîrên karên derve hewldide. Lê heta niha tu lihevkirin li ser demeke diyar çênebûye.

Biryar bû ku 15-16ʹê Adarê civîneke çaralî di navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Tehran, Enqere, Şam û Moskovê de hatiba lidarxistin. Lê ji ber redkirina hikumeta Şamê, civîn hat paşxistin.

Hemwextî paşxistina dema civînê, Esed serdana Moskovê kir. Esed gotibû heta ku hêzên Tirk bi temamî ji bakurê Sûriyeyê venekişin, ew bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê nake.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu pêr ragihandibû ku Rûsyayê pêşniyara paşxistina civîna nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê li Moskovê kiriye û Enqere jî bi pêşniyara Rûsyayê qebûl kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.