Biryara bidarvekirinê ya 2 kesan

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:51

Rejîma Îranê derbarê Farshid Hassanzahî û Jamshîd Hassanzahî ku tevlî çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Amînî bûbûn û hatibûn girtin, biryara cezayê darvekirinê da. 

Piştî ku Jîna Emînî hate qetilkirin, li seranserê Îranê çalakiyên “Jin jiyan azadî" hatibûn destpêkirin. Derbarê du çalakgerên ku tev li van çalakiyan bûbûn de, biryara cezayê darvekirinê hate dayîn. 

Çalakgerên Belûcî Farshid Hassanzahi yê 25 salî û Jamshid Hassanzahi yê 29 salî di dema çalakiyan de, di 25 Mijdara 2022’yan de, hatin binçavkirin.  

Her du kes di dema binçavkirinê de bi êşkenceyên giran re rû bi rû mabûn û ji mafên xwe yên parêzeran jî bêpar hatibûn hiştin. Di rûniştina li ser înternetê ya li Dadgeha Zahedanê de hatiye lidarxistin de, derbarê her du girtiyan de biryara darvekirinê hat dayîn. 

Her wiha Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê kesekî erê kir ku kesê navborî di dema çalakiyên şermezarkirina kuştina Jîna Amînî bi îdîaya ‘kuştina rayedarekî leşkerî’ hatibû girtin. Têkildarî çalakiyên şermezarkirinê heta niha herî kêm 7 kes hatine darvekirin. Roja Duşemê hate ragihandin ku li Sistan-Belûcistanê sê kesên hatibûn mehkûmkirin, hatin darvekirin. Li gorî rêxistina mafên mirovan di navbera 10’ê Cotmeha 2022 û 8’ê Cotmeha 2023’an de rejîma Îranê herî kêm 678 kes darve kir ku 17 ji wan jin û yek jî zarok bû.

Heft ji kesên hatin darvekirin, li pêş çavên gel hatin darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.