Bîrnebûn cara 85’an derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 04:34

Kovara “Bîrnebûn” ya ku Kurdên Anatoliya Navîn sê mehan carekê derdixin, bi hejmara xwe ya 85’an derçû. Kovara Bîrnebûn weke kovareke çand û hunerî ev bû 25 sal in ku bênavber tê çapkirin. Kovara Bîrnebûnê bi piştigiriya Weşanxaneya APEC’ê li Swedê tê çapkirin.

Kovarê di vê hejmara xwe de jî cih daye çîrok, gotar, û helbestan. Her wiha bergê kovarê jî jina Kurd Jîna Amînî ye û kovar bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” derketiye.

Naveroka vê hejmarê wiha ye;

Mem Xelîkan bi kilama “Bilê û Hediyê” rêzenivîsa xwe ya “Kilamên me” bi şiroveyekê nivisiye.  Di şopa Georges Perrot de, “Qela gawiran” Eliyê Yîwoyê Fîtê gernameyek li gel wêneyên dîrokî amade kiriye. 

Muzaffer Ozgur Bîranînên bi êş yên jineke rojavayê Tirkiyê Cîhanbeylî û êşa 52 rojan, bi beşa çaran berdewam e. 

Dîlan Kaya kurteçîrokek bi navê Kulîlka Azadiyê, Prof. Dr. Haci Akman li ser folklora Kurdî bi sernivîsa Çanda ne maddî (immateriell) wekî mertalê parastinê di mîrateya çandî de li ser mîrasa çandî, bi taybetî çanda derbarê xelkên bêdewlet lêkoliye. 

Wehîde Memkê Hesê Mihe hekayeteka bi ken û civakî bi navê Berf, xewn, goşt û Mistoyê Heme nivisiye. 

Newzad Hirorî, mamostê zimanê Kurdî li Swêdê, li bajarê Stockholmê, li taxa Botkyrkayê ku pirraniya kurdên ji Anatoliyê li wir dimînin, mamostetiya zimanê Kurdî bi zaraveyê Kurmancî dike. Wek nimûne ji xebata fêrkirina ziman, du wergerên ji çîrokên zimanê Swêdî ji şagirdên xwe re yên ku ji malbatên kurdên ji Anatoliyê ne bo kovarê şandine.

Adem Ozgur li ser çîroka rêzebelgefilmekê ya bi navê Xewna Ewrûpayê serboriya xebatên xwe, Berîvan Keskînê bi çîroka Keça perî di vê hejmarê de nivîsandine.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.