Bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:10
Goristana Xerzanê ku yek ji wêneyên herî biêş ên êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd e, bi salan piştre cara ewil dîmenên wê hatin kişandin. Hatin û çûna herêmê hêj qedexe ye û kavilên goristanê hêj li şûna xwe disekinin.
Goristana Xerzanê, weke wêneyekî herî biêş ê êrişa li dijî bîr û nirxên gelê Kurd di hafizeya civakê de cih girt. Goristana Xerzanê ku li herêma di navbera Oleka Jor û Oleka Jêr a Bedlîsê ye û 267 cenaze lê hatine veşartin, di 8-17’ê Kanûna 2017’an de rastî êrişeke giran a leşkeran hat. Leşkeran, ji ewil di 8-13’ê Kanûnê de kêlên tevahiya goran şikandin û tabelaya goristanê hate daxistin. Piştî haya raya giştî ji dîmenan bûy, Walîtiya Bedlîsê hatin û çûna gund li gel qedexe kir. Di navbera 14-17’ê Kanûnê de jî tevahiya goran hatin vekirin û cenaze birin cihên nediyar. Di Tebaxa sala 2013’an de jî mizgeft û akademiya li goristanê hatibû çêkirin jî hatin hilweşandin. Heta kevirên goristanê ku bi makîneyên kar hate hilweşandin jî li kamyonan hatin barkirin û birin cihekî nediyar.
Di 15 rojên ewil de tu agahî ji malbatan re nehatin parvekirin ka cenaze bi ku de birine. Di 2’yê Çileya 2018’an de jî Walîtiya Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenaze ji bo tespîtkirina nasnameyan birine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Demek piştre derket holê ku cenazeyên heta demekê li ATK’ê hatin sekinandin, piştre li payerêya Goristana Kîlyosê hatine definkirin. Li ser vê yekê, gelek malbat ji bo mînakên xwînê bidin çûn Stenbolê. Hinek malbatên ku gelek caran çûn Stenbolê û daxwaza dayina cenazeyên zarokên xwe kirin, cenaze jê re hatin dayin. Heta niha derdora 30 cenazeyan hatine teslîmkirin û aqûbeta 230 cenazeyan jî nayê zanîn.
Hatin û çûna Goristana Xerzanê ku di hafizeya gelê Kurd şopeke mezin a êşê li pey xwe hiştiye, ji 17’ê Kanûna 2017’an heta niha qedexe ye. Li herêmê ambargo û qedexeyeke mezin heye û zextekî giran li ser gel heye. Welatî li bendê ne ku bi pêvajoya nû re ev qedexe bên rakirin.
MA / BEDLÎS/ ADNAN BÎLEN