Bîlançoya li Lubnanê giran dibe

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:54

Li Lubnanê rojekê 95 kes mirin, li bejahî 'şerekî giran' diqewime

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê yên roja Duşemê de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya êrîşên roja Duşemê eşkere kir. Wezaretê diyar kir ku li herêmên cuda yên Lubnanê di êrişan de 95 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrîşên li ser Başûrê Lubnanê û Bekaayê bênavber dewam dikin. Li gorî detayên bîlançoyê li Beyrûdê 4 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê ragihand ku li herêma Kola ya paytext Beyrûdê di êrîşa li ser avahiyekê de du jê payebilind 3 endamên wan hatin kuştin.

Her wiha di êrişan de lîderê Hamasê yê li Lubnanê li kampa el Bass a li nêzî Tîrê hate kuştin. Hîzbûllahê ji 27'ê Îlonê û vir ve şervanekî xwe yê hatiye kuştin eşkere nekiriye. Wezaretê di mijara hejmara jin û zarokan ên hatin kuştin de agahiyên berfireh neda.

Îsraîl ji bejahî kete Lubnanê

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê diyar kir ku piştî operasyona bejahî li hemberî Hîzbûllahê dan dstpêkirin li başûrê Lubnanê 'şerekî giran' diqewime. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee peyamek weşand û got:"Li başûrê Lubnanê şerekî giran diqewime." Adraee bang li Lubnaniyan kir û got:"Ji bo ewlekariya we ya şexsî em ricayê ji we dikin ku ji bakurê çemê Lîtanî heta başûr bi wesayitan negerin." Li aliyekî din di bombardûmana Îsraîlê ya li ser Lubnanê de Xidir Ehmed ê ku weke Ebû Hîsam jî tê naskirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî hîn nehatiye dîtin. Xidir Ehmed ê ji Qamişloyê zêdeyî 20 salan li Lubnanê dima. Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî wergirtiye ragihand ku balafirên şer û yên bê mirov li bajarê Şamê gelek nuqte bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Hate ragihand ku yek ji kuştiyan pêşkêşvana televîzyoneke ser bi hikumeta Şamê ve Sefa  Ehmed e.

7703 kes û 9 cenaze derbas bûn

Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 7 hezar û 703 bû. 9 cenaze jî derbasî herêmê bûn.

Maseya krîzê li deriyên sînor ên Tebqa û Tahiye yê Minbicê pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê têne herêmê didomîne.

Di çend rojên dawîn de 7 hezar û 703 sûriyeyî tevî 9 lubnanî di her du deriyên sînor re derbasî herêmê bûne. Her wiha 9 cenazeyên welatiyên ji Reqa, Tebqa û Minbicê yên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin, derbas bûn.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku dixwazin vegerin, komîteyek ava kir. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29’ê Îlonê ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir. Ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin. Maseya krîzê ji bo kesên ji Lubnanê tên, kampan ava dike û xizmetan pêşkêş dike. Penaberên ku xizmên wan li herêmê nînin, wê veguhêzin kampa Ednayê ya li Reqayê û kampên Erîşe û Roj ên li kantona Cizîrê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.