Bîlançoya êrişa li Zirganê girane
Çarşem 29 Çile 2025 - 02:45
Li gorî agahiyên ji herêmê ragihandinê, balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a pêr bi şev saet di 02.30ˈan de li gundê Um Hermel ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê malek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ji malbatekê zarokek û 2 kesên din şehîd bûn. Navên şehîdan wiha ne: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad.
Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 4 kes jî birîndar bûne. Herî dawî hate diyarkirin ku 8 kes birîndar bûne.
Birîndar ku piraniya wan jin û zarok in, veguhastin nexweşxaneyên bajarê Hesekê. Navên birîndaran wiha ne; Terfa Remedan Ebdullah, Sîham Îbrahîm Ebdullah, Zeyneb Îbrahîm Ebdullah, Şehed Taha Ebdullah, Rexed Ebdullah, Ehmed Taha Ebdullah, Melek Mihemed Mirî, Fatima Mehmûd Ebdullah. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê ji nexweşxeneyên Hesekê dane, hin birîndarên rewşa wan giran e, veguhastine nexweşxaneyên Qamişloyê. Hate diyarkirin ku şehîd û birîndar pismam û dotmamên hev in.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN