Bila neyê kuçeyên Amedê
Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:15

Nerazîbûnên li hemberî biryara CHP’ê ya neşandina endamên xwe ji bo hevdîtina bi Rêber APO re li Îmraliyê dewam dikin.
Xelkê Amedê, nerazîbûna herî mezin li hemberî Parlamenterê CHP’ê yê Amedê û endamê Komîsyona Meclisê Sezgîn Tanrikulu yê ku piştî biryara xwefesixkirina PKK’ê, li Sûrê bi def û zirne govend gerandibû, nîşan dan. Xelkê li navçeya Sûrê ku Sezgîn Tanrikûlû lê govend gerandibû, daxwaz kirin ku Tanrikulu gavê neavêje kolanên Sûrê.
Berîtan Aksu diyar kir ku CHP bi berdewamî bi rêya meseleya Kurd siyasetê dike û got:“CHP rê li çareseriyê venake, rê li dijminatiyê vedike. Di çarçoveya pêvajoyê de dibêjin li Meclîsê piştgiriyê didin pêvajoyê, lê berevajî vê pêvajoyê sabote dikin. Ozgur Ozel ji aliyekî radibe silavê li Selahattin Demirtaş dike, roja din radibe dibêje 'em nikarin Selahattîn Demirtaş tevlî pêvajoyê bikin'. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya te ya qirkeririnê li ser Kurdan heye. Tu dixwazî bi rêya wan, hebûna xwe bidomînî û deng bigrî. Rexneyên min ên tund li ser kanalên nûçeyan jî hene. Ece Uner û Fatîh Portakal îdia dikin ku meseleya Kurd tune ye. Çawa tune ye? Kesekî ku ji nav polîtîkayeke qirker hatiye, qet nikare nûnertiya gelê Kurd bike. Ez naxwazim tu parlamenterên CHP’ê li kolanên Amedê bigerin. Ji me re dibêjin ‘em li vir in, em li gel we ne’ lê di komîsyonê de dibêjin ‘em nikarin biçin Îmraliyê’. Ger tu nikarî biçî Îmraliyê; ev tenê sabotekirina pêvajoya çareseriyê ye. Em weke gelê Amedê dibêjin; Sezgîn Tanrikulu divê nekeve kolanên Amedê.”
CHP wê bersivê di sindoqan de bigre
Mûsa Katkat anî ziman ku CHP partiyeke “faşîst” e û sedema vê rewşa Kurdan CHP ye û got:“Dewlet Bahçelî jî erênî ye, lê CHP ji wî xerabtir e. Tanrikulu jî ne kesekî durust e. Heke durust bûya, îro wê di nava gelê xwe de bûya. Kesekî xwedî namûs êdî Tanrikulu li vir naxwaze. Şerm e ku li gel gelê xwe nasekine û li gel kesên ku li dijî gelê wî şer îlan dikin, disekine.”
Muammer Yalçin jî diyar kir ku CHP dualî dilîze û got:“Ev rewş ji bo wê bûye intihar. Ji ber ku hemû welatî bi aştiyê dixwazin, lê CHP li hemberî wan sekinî. CHP ji sosyal demokrasî derdikeve û ber bi nijadperestiyê ve diçe. Diviyabû Sezgîn Tanrikulu ji CHP’ê îstîfa bikira. Gel êdî Sezgîn Tanrikulu naxwaze.” Mahmût Kamaç anî ziman ku CHP ji roja damezrandina komarê heta niha her car hewl daye ku xwe weke li gel Kurdan nîşan bide, lê berevajî vê CHP her tim li dijî Kurdan rawestiyaye.
Îbrahîm Karçak anî ziman ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê, wan bêhêvî kiriye û got:“Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî pêwîst e. Ji ber vê yekê CHP tişta ku layiqî wê ye nekiriye. Lê bila baş zanibin; 20-25 milyon Kurd hene, CHP wê bersiva vê di sindoqê de bigire. Dirûşma herî mezin a Sezgîn Tanrikulu aştî û biratî ye. Ger tu rê li ber aştî û xweşk û biratiyê venekî, pêşengiyê nekî, gelê Amedê çi bike?”
Nûrûllah Denîz got ku CHP 70 sal in nikare bibe desthilatdar û sedema vê yekê jî ew e ku nikarîbûye hişmendiya xwe biguherîne. Denîz têkildarî neçûna Îmraliyê rexne li Tanrikulu jî kir û got:“Bila gelê Amedê Tanrikulu baş nas bike. Sezgîn Tanrikulu tenê hewl dide gel bixapîne. Tu karê wî yê din tune. Siyaset ne tiştekî hêsan e. Ew niha nikare wê bike.” Mûstafa Bîrcan diyar kir ku biryara neçûna CHP'ê ji bo Îmraliyê şaş e û got:“Min nedîtiye ku Sezgîn Tanrikulu ji bo gelê Amedê tiştek kiribe. Sezgîn Tanrikulu gelê Amedê fedîkar derxist.”
MA/HEVAL ONKOL















