Bila muxalefet bi înîsiyatîfa çareseriyê rabe

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:41

Hevberdevkê DBP'ê yê Marmarayê Mevlut Aykoç dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist, got di vê tevgera dagirker de rola Barzaniyan nokerî ye, diyar kir bi giranbûna tecrîdê re şer giran bûye, şer  rê ber krîza aborî vekiriye û bang li muxelefeta Tirk kir ku di mijara çareseriyê de bi insîyatîv rabe.

 anî ziman ku israra Tirkiyeyê ya di şer de zirarê dide gelan û got ku divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê bigire. 

Êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe yên bi hevkariya PDK’ê didomin. Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Herêma Marmarayê Mewlûd Aykoç têkilî êrîşên bi hevkariya malbata Barzanî got,’’Li herêmê gelek gund tên valakirin, gelek gund tên bombekirin. Ev êruş gihaştine asta herî xeternak."

Rola nokeriyê hilgirtine

Aykoç têkilî rola Barzaniyan got,’’Di dîrokê de nasnameya nokeriyê hilgirtiye, her tim berjewendiyên xwe li ber çavan girtiye û heta radeyekê hemû destkeftiyên Kurdan kiriye qurban û wê bike jî. Pevçûna di nava kurdan de wê zirarê bide têkoşîna kurdan. Nayê qebûlkirin ku partî ji bo berjewendiya xwe miletekî bike qurban. 

Bi tecrîdê re şer giran dibe

Aykoç anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer Tirkiye ketiye nav krîzeke giran a aborî û got,’’Ev bêserûberiya aboriyê gihaştiye asteke wiha ku dikare hikûmetê jî bi xwe re bibe."

Di dewama axaftina xwe de Aykoç pêvajoya diyalogê ya 2013-2015’an a li gel Ocalan bi bîr xist û got,’’Di vê pêvajoyê de bi rastî bêhan gel derket. Di warê aborî û siyasî de jî perspektîfeke berfireh ava bû. Desthilatê ne aştî, pêvajoya şer ji xwe re guncav dît. Her ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, şer kûrtir dibe.’’ 

Divê CHP însîyatîvê bigire

Aykoç bal kişand ser wê yekê ku CHP ya ku di dema pêş de armanca wê detshilatdarî ye, divê înîsyatîfê bigire û di polîtîkayên xwe yên heyî de zelal bibe. Aykoç wiha domand: "Eger pirsgirêkên heyî bi taybetî pirsgirêka şer, gel eleqedar bike, hem û partiyên muxalefetê jî eleqedar dike. Ji ber ku partiya sereke ya muxalefetê îdia dike ku ger sibe hilbijartinên pêşwext çêbibin dê desthilatdariyê bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê li ser pirsgirêka kurd a ku Tirkiyeyê wêran dike, di hin polîtîkayan de zelal bibe." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.