Parlementera Partiya Çep a Elman Hêlîn Evrîm Sommer got, “Divê DAIŞʼî li Kobanê li dadgeheke Neteweyên Yekbûyî bêne darizandin.”
Hêlînê bi rasthatina 1ʼê Mijardarê Roja Kobanê ya Cîhanî bi armanca piştgiriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo darizandina DAIŞiyan bang li hukûmeta Elman kir û xwest bi berpirsiyariya xwe rabin. Hêlînê got: “Çeteyên li Rojava divê bê ceza nemînin. Ji bo DAIŞʼî li Kobanê li dadgeheke Neteweyên Yekbûyî ava bike bêne darizandin divê hukûmeta federal a Elman jî bi roleke çalak rabe.
Hêlînê bi bîr xist ku DAIŞʼî li Kobanê bi bin ketine û ji ber vê maneyek wê ya sembolîk heye. Hêlînê got: “Tevî 800 çeteyên DAIŞʼê yên Ewrûpî 2000 çete hê jî li girtîgehên Kurdan dimînin. Dewletên Ewrûpî ji bo van çeteyên ku welatiyên wan in, were darizandin xwe nadin ber meseleyê. Lê bê ceza mayîna çeteyan dihêle ku tehlûkeya wan mezin bibe.
Hêlînê xwest hukûmeta federal piştgirî û têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk û Erdogan re bihêle û bi Rêveberiya Xweser re xurt bike.
NAVENDA NÛÇEYAN