Bijîşkên Kurd dibêjin 'Impuls Rojava'

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 02:21

ARJÎN NÛJÎN / SAARBRUCKEN

 

Bijîşkên Kurd ên li Ewrûpayê, ji bo tamîrkirin û avakirina nexweşxaneyên dewleta Tirk li Rojava xira kirin, kampanyaya "Impuls Rojava" dan destpêkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Rojava de yekser nexweşxaneyan jî dike hedef û vê bi qest dike. Di êrişên ji 4´ê Cotmehê û vir ve, nexweşxaneyên Covid-19´ê yên Dêrik û Kobanê hatin hilweşandin. Bijîşkên li ewrûpayê yên Kurd, ji bo tamîrkirin û avakirina van nexweşxaneyan, kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin. Bijîşkên di desteya tenduristiyê ya Tevna Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD´ê de cihê xwe digirin, Dr. Zeynep Binici-Çetinkaya, Dr. Eray Öztürk û Dr. Dersim Dagdeviren pêşengiya vê kampanyayê dikin. Kampanyayê bi dirûşima “Siberoke bi sihet, ji bo Rojavayeke xurt û bi sihet: Impuls Rojava” 18´ê Cotmehê dest pê kir.

 

Hîna haya bijîşkên Kurd hemûyan jê nîne

Dr. Zeynep Binici-Çetinkaya li ser kampanyayê ji me re peyivî û got, di êrişên dewleta Tirk de zirareke mezin li binesaziya sivîl a Rojavayê bûye û di nava van saziyên xizmeta sihetê jî hene. Wê got, weke Desteya Tenduristiyê ya KURD-AKAD´ê ya li Ewrûpayê, ji bo ku di van rojên zehmet de alîkariyê bi Rojavayê re bikin wan ev kampanya daye destpêkirin: “Dewleta Tirk li Rojavayê, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Nexweşxaneyan bombe dike. Deverên şên bombe dike û ev jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Lê mixabin hevpîşeyên me yên li Ewrûpayê, heta hineke Kurd ên li Ewrûpayê jî haya wan ji van sûcan nîne.

Em dixwazin bi vê kampanyayê sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê teşhîr bikin, vê yekê ji hevpîşeyên xwe yên li Ewrûpayê re bibêjin û raya giştî hestiyar bikin, bi vê jî pêşiyê bigirin li êrişên dewleta Tirk.” 

 

Ji bo tamîrkirina nexweşxaneyan

Dr. Binici-Çetinkaya bi bîr xist ku Heyva Sora a Kurdistanê ji bo Rojavaya Kurdistanê bang kiriye da ku bi lezgînî alîkarê pê re bê kirin û wiha peyivî: "Bi Kampanyay Impuls Rojava, em hewl didin bigihîjin hevpîşeyên xwe yên ku Heyva Sor a Kurdistanê nekarî xwe bigihîne wan û li welatên rojavayî raya giştî hestiyar bikin."

Dr. Zeynep Binici-Çetinkaya da zanîn ku alîkariya bê berhev kirin ew ê ji bo kirrîn yan jî tamîrkirina cîhazên lazim û dermanên lazim ji bo nexweşxaneyan, bigihînin Heyva Sor a Kurd a li Rojavayê Kurdistanê.   

 

Divê bijîşkên Kurd destekê bidinê

Dr. Binici-Çetinkaya da zanîn ku Kampanyaya Impuls Rojava li Elmanya, Ingilîstan, Belçîka û Danîmarkayê û li welatên din ên Ewrûpayê bi rê ve diçe û ew dixwazin bi rêya bijîşkên Kurd li her devera xwe digihîninê, alîkariyê berhev bikin. Wê wiha bang li bijîşkên Kurd ên li ewrûpayê kir: “Îro roj, dewleta Tirk ne tenê êrişî Rojavaya Kurdistanê dike, ew her wiha êrişî Mexmûr, Şengal û her çar parçeyên Kurdistanê dike. Mirov dikare bi piştgiryê birînên van êrişan derman bike. Ez bang li tevahiya gelê Kurd dikim da ku piştgiriyê xurt bike. Me dema dawî ya kampanyayê diyar nekir, ew ê heta bi dawiya salê dewam bike. Lê heger pêdivî pê hebe, em dikarin mohletê dirêjtir jî bikin.”

 

Alîkariyê wiha bikin

Kesên dixwazin destekê bidin Kampanyaya Impuls Rojavayê dikarin alîkariyên xwe li hesabê bankeyê yê li jêr razînin:

Kurdistanhilfe e.V.

Hamburger Sparkasse

IBAN: DE 40 2005 0550 1049 2227 04 

BIC: HASPDEHHXXX

Verwendungszweck [Sedem]: Impuls Rojava

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.