- Serokê Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ji serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re fikarên xwe yên ji ber kirrîna moşekên S-400 ên Rûsyayê, careke din rave kirin.
Serokê Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ji serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re fikarên xwe yên ji ber kirrîna moşekên S-400 ên Rûsyayê, careke din rave kirin.
Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, serokê DYE’yê Joe Biden di hevdîtina xwe ya doh ya li gel Erdogan de ya di dema civêîna bilind a G20’an de îşaret bi girîngiya saziyên demokratîk û rêzgirtina ji mafên mirovan û qanûnan kiriye. Yanî ji Erdogan bêhtir Biden peyiviye.
Her wiha di daxuyaniya Qesra Spî de hat gotin, Biden û Erdogan xebatên siyasî yên li Sûriyê, mijara gihandina alîkariyan ji Efxanan re, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa li rojhilatê Deryaya Spî û xebatên dîplomatîk ên li başûrê Qefqasan nîqaş kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Biden ji Erdogan re daxwaza xwe ya avakirina têkiliyan û berfirehkirina têkiliyên hevkariyê û çareserkirina nakokiyên di navbera her du welatan de piştrast kiriye.
Axir di hevdîtina saetekê de, ku em dema li wergerê diçe jî hesab bikin, heger Biden li ser ev qas mijaran şîret li Erdogan kiribin, cihê meraqê ye, ka Erdogan çi gotiye. Beriya civîn pêk were, berpirsekî Ewlekariya Neteweyî yê Emerîkî piştrast kiribû ku Biden di civîna yekşemê (doh) de Erdogan hişyar dike da ku tevgerên xemsar neke.
Di van rojên li pêşiya me de wê naveroka hevdîtinê eşkeretir bibe û wê xuya bike ka li ser Rêveberiya Xweser çi hatiye peyivîn.
WASHINGTON