Biden geh vir de û geh wê de diçe

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 23 Çile 2022 - 22:21

  • Qesra Spî eşkere kir ku serokê DYE’yê Joe Biden, bi tîma ewlehiya neteweyî re tevgerên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş kirine û gef li Moskovê xwariye ku ew ê tevdîrên tund li dijî wê bigire. 

Qesra Spî eşkere kir ku serokê DYE’yê Joe Biden, bi tîma ewlehiya neteweyî re tevgerên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş kirine û gef li Moskovê xwariye ku ew ê tevdîrên tund li dijî wê bigire. 

Qesra Spî da zanîn ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden civînek têkildarî rageşiya di navbera Rûsya û NATO`yê de ya elaqedarî Ukraynayê bi rê ve bir û gef li Moskovê xwarin ku ew ê tevdîrên hişk bigire. 

Biden pêr bi tîma taybet a ewlehiya neteweyî re civiyaye û li ser gavên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê peyiviye. 

Li gorî Koşka Spî Biden got: “Heke Rûsya destwerdana Ukraynayê dewam bike, DYE dê bi hevkariya hevalbend û şirîkên xwe tevdîrên bilez û tund li dijî Rûsyayê bigire.”

Hikûmeta Rûsyayê gelek caran îdîayên têkildarî planên wê yên destwerdana Ukraynayê derewandin û îdîa kir ku NATO berpirsa rageşiya heyî ye.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.