Bibîranîn jî bi piştgiriyê dibe  

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 7 Adar 2023 - 03:24

BERDAN DOGAN / MAINZ

Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane, li bajarê Mainz ê Elmanyayê merasima bibîranînê hat lidarxistin. Bibîranîn li Navenda Çandê ya Mainzê pêk hat û xelkê ji Mala Cemê ya Gustavsburg, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Navenda Çanda Elewî ya Mainzê, Kongreya Jinûve Avakirinê ya Dêrsimê, Wiesbaden û Russelsheimê tevlî bûn. Di bibîranînê de ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane find hatin vêxistin û gulbang hatin gotin.

Serokê Navenda Çandê ya Bazarcixê Azîz Uspak diyar kir ku ew weke heyetekê çûne Bazarcixê û gundên wê çavdêriyên xwe parve kir. Uspak got, ew li gel maseyên krîzê yên li Mainzê û herêmên erdhejê re kar kirine û alîkariyên ku kom kirine giyandine cihê wan. Ji bo piştgiriya bi erdhejzedeyan li gel şaredariya Mainzê û saziyên Elman re hevdîtinên wan dewam dikin. 

Dest bi dest û mil bi mil ve

Pîr Huseyîn Bildîk jî got; "Sîstemê û dewletê mirovên me di bin xirbeyan de hiştin. Îro ji herdemê bêhtir dema dest dayîna destê hev, mil dayîna milê hev e."

Dîlek Dûman a ji Navenda Çandê ya Bazarcixê jî got;’’Herkesê di nav me de di erdhejê de endamên malbata xwe, xizmên xwe jidest da. Ji bo pêçana birînan, divê em bihevrebûn û piştgiriya xwe mezin bikin.

Erdhejzede li bûrokrasiyê dialiqin

Namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mainzê Nino Haase ku tevlî bibîranînê bû got; "Em li gel we ne. Divê dewleta Elman astengiyên bûrokratîk ji holê rabike, ji bo yên ku dixwazin xizmên xwe yên mexdûr bînin, hêsaniyê bike. Şaredariya Mainzê li gel mexdûrên erdhejê ye. Em vê piştgiriyê li bajarê Mainzê mezin bikin, piştgiriyê bidin jinûve avakirinê."

Piştre ji Partiya Demokratên Hur FDP’ê Herbert Egner jî nerazîbûn nîşanî astengiyên bûrokrasiyê ku erdhejzede lê dialiqin da û got;’’Hêjmara kesên destûr dane ji Tirkiyê û Sûriyê werin, li jêr 800 kesî de ye. Egner bal bire ser girîngiya zexta li ser hikûmeta Elman û got;’’Encamên giran ên felaketa erdhejê hîn jî dewam dike.’’

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.