Bibin nefesa gerîlayên Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 02:57

KCDK-E'yê bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî û got, "Roj ew roj e ku li hemberî yên bêhnê li zarokên me diçikînin li her derê rabin ser piyan." Di daxuyaniyê de ji bo meşa 1'ê Mijdarê ya li Den Haagê banga tevlîbûnê hate kirin.

Daxuyaniya Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bi vî rengî ye: "Helwesta OPCW li ti hiqûqê û nirxên mirovahiyê nayê. Bêdengiya OPCW, NATO, Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku bi kîmyewî komkujiyan bike.

Ji ber vê yekê di serî de OPCW em bang li her kesên alîgirê mirovahiyê, saziyên navneteweyî, hikumetan û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bi lez bikevin nava liv û tevgerê.

Em Kurd û hêzên dost, di rewşekê de ku ewladên gelê Kurd bi çekên kîmyewî têne qetilkirin, divê em bibin hilm û dengê gerîla.

Roj ne ew roj e ku em bi fikara jiyana rojane tevbigerin. Roj ew roj e ku li dijî yên ku nefesê li zarokên me dibirin li her derê rabin ser piyan.

Bi navê KCDK-E'yê ji bo bibin nefesa gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, ji bo parastina nirx û paşeroja Kurdistanê em bang li Kurdistaniyan û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku 1'ê Mijdarê li Maliveled Den Haagê saet di 11:00 de ji Elmanya, Fransa, Belçîkayê tevlî meşê bibin."

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.