- Berpirsê karên tenduristiyê yê Heyvasor a Kurdistanê ji bo Rojava, Dilgeş Fatemy û berdevkê Heyva Sora Kurdistanê Murat Vargun li ser kampanyayê bang li xelkê kirin da ku beşdar bibin.
ERKAN GÜLBAHÇE
Pêla didûyê ya şewba vîrusa koronayê li Rojava jî xist. Hejmara kesên bi vîrusê ketine li Rojava digihîje 7 hezaran. Ji ber ambargoyê û derfetên kêm jî têkoşîna li dijî şewbê gelekî zehmet bûye. Ji bo hevkariyê Heyva Sora Kurdistanê li Ewrûpayê kampanyayek da destpêkirin. Bi kampanyayê Heyva Sor dixwaze 100 amûrên bêhdanûstendinê bigihîne Rojava.
Kampanya ev mehek e ku dewam dike. Berpirsê karên tenduristiyê yê Heyvasor a Kurdistanê ji bo Rojava, Dilgeş Fatemy û berdevkê Heyva Sora Kurdistanê Murat Vargun li ser kampanyayê bang li xelkê kirin da ku beşdar bibin.
Dilgeş Fatemy got, herî zêde ji sedî 19'ê kesên bi vîrusê ketine li nexweşxaneyan dimînin, û nexweşxane têrî wan nakin. Fatemy got, pêdiviyeke cidî bi cîhazên behndanûstendinê heye û xwest, Kurdên li Ewrûpayê destekê bidin kampanya alîkariyê.
Murat Vargun jî got, ji bo 100 cîhazî pêdiviya wan bi 2 milyon û 300 hezar euroyî heye û banga piştgiriyê li Kurdên li Ewrûpayê kir da ku karibin van cihazan bigihînin Rojava.