Bi Şermola xweseriya întelektuel ava dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Gulan 2023 - 03:43

NÛJIYAN ADAR/ANF/QAMIŞLO

 

Hejmara 17’an a kovara wêjeyî Şermolayê li Rojava derket. 125 jin, bi tevahî 325 nivîskar, tevkariyê li kovarê dikin.

Kovara Şermolayê, nirxên Şoreşa Rojava dide nasîn. Di navbeyna nivîskarên Kurd û Ereb de jî mîna pirekê ye.

Hejmara pêşîn a Kovara Şermolayê, 7’ê meha Sibata 2019’an derket. Zimanên weşanê yên Kovarê, Kurdî û Erebî ne. Şermola, navê girekî li nêzî Amûdê ye, gava rewşên lezgîn û ji bo parastina li dijî êrişan hatiye bikaranîn. Ji bo bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê wek cihê lihevcivînê yê karwanan jî tê zanîn. Armanca bi derxistina Şermolayê, avakirina xweseriyeke înteluktuel û wêjeyî ye.

Di kovarê de mijarên bala mirov diçe ser, ev in: lêkolîn, vekolana fikrî û rexneyî, werger, honak, helbest, gotûbêj, gotarên li ser jinan û çand û huner, wêneyên hunerî, rexneya wêjeyê, wêjeya jinan, çapemenî di şoreşê de, sînema, roman, zimanê dayikê, Êzîdî û wekî din.

 

325 nivîskar ji bo Şermola dinivîsin

Bûn 17 hejmar ku Kovara Şermolayê dertê. 325 nivîskaran tê de nivîsiye. Nivîskarên wê, ji Bakur –Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Misir, Lîbya, Yemen, Urdun, Cezayîr, Mexreb, Iraq, Sûdan, Filistîn, Behreynê û wekî din in. Hejmara 4’an a kovarê, bi tenê li ser Wêjeya Jinan bû.

 

Li Misrê jî çap dibe

Di çarçoveya bipêşveçûn û berbelavbûna qada weşanê ya kovarê re, hejmarên wê bi rêya Weşanxaneya Nefertîtiyê li Misirê jî çap dibin. Her wiha tev li fûarên pirtûkan ên li Libyayê û Iraqê dibe.

Dilşad Mirad li ser navê Kovara Şermolayê axivî, got, “Nivîskarên di kovarê de dinivîsîn, baş in, fikirên wan objektîf in. Bala xelkê diçe ser. Li hêviya roja derketina wê dimîne. Di her hejmarê de behsa mijarên baştir tê kirin. Rola wê di nîşandana Şoreşa Rojava de gelek e. Armanca me ya esasî, ew e ku rengekî bidin wêjeyê, wê ji sekinandinê xelas bikin. Weşangeriya me, weşangeriyeke li gorî nirxên şoreş û civakê ye û bala xelkê diçe ser.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.