Bi sekna xwe ya dilnizm hate nasîn

Duşem 22 Çile 2024 - 01:25

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê diyar kir ku Nûdem Wan 17'ê Çileyê li nexweşxaneyê şehîd bû û got:"Hevrêya me bi sekn û dilnizmiya xwe li nava xelkê Rojava bû cihê hezkirineke mezin." Fermandariya YPJ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya Şehîd Nûdem Wan eşkere kir. 

Daxuyaniya ku li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Nûdem jî agahî hatine dayîn wiha ye:

“Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê li hemberî her cûre polîtîkayên înkar û îmhayê tu car serî netewandiye û herdem xeta berxwedanê esas girtiye. Fikir û ramanên Rêber Apo bandoreke diyarker li ser rastiya gelê Kurd kir û ev rastiya berxwedanê jinên wêrek yên weke Nûdem afirandin. Hevrêya me Nûdem di sala 1991’an de li bajarê Wanê di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Hevrê Nûdem di sala 2011’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê ye me Nûdem ji şerê destpêkê ku li hemberî komên çete û heta êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bo parastina axa welat bê rawestîn bi erkên xwe yên milîtantiyê rabû. Heval Nûdem xwe di xeta birdoziya rizgariya jinê de pêş xist, di nava gelê Rojava de bi dilgermî û sekna ya xwe dilnizm ve dihate nasîn. Di nava refên YPJ’ê de bi sekna fedakar bû mînaka xeta mîlîtaniya APO’yî. Heval Nûdem ku ev demek bû ji ber nexweşiyê dihate dermankirin, di 17’ê Çlleya 2024’an li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin tevlî karwanê nemiran bû.  Em di serî de ji bo malbata hêja ya hevrê Nûdem û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin. Weke hevrêyên heval Nûdem em her çiqasî xemgîn bin jî, lê em sozdar in ku wê kelecan û herikbariya hevrê Nûdem ji bo me bibe sedema bilindkirin û geşkirina meşa azadiyê.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya şehîd de wiha ne:

Nûdem Wan (Sakîne Kaya), li Wanê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2024’an li Rojava şehîd bû.   

NAVENDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.