Bi sedhezaran kuştî û birîndar 

Nûçeyên Cîhan

În 11 Mijdar 2022 - 04:43

  • Li gorî DYE di şerê Ûkraynayê û Rûsyayê de her du aliyan ji hev du zêdeyî 100 hezar leşkeran kuştine û birîndar kirine. 

Serokê Fermandariya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Orgeneral Mark Milley got, di şerê Ûkraynayê û Rûsyayê de her du aliyan ji hev du zêdeyî 100 hezar leşkeran kuştine û birîndar kirine. 

Mark Milley li Economic Club a New Yorkê axivî û got, "Zêdeyî 100 hezar leşkerên Rûs hatin kuştin yan jî birîndar bûn."

Milley anî ziman ku li aliyê Ûkraynayê jî "dibe ku rewş di heman astê de be."

Pêkan nîne ku ev dane bi çavkaniyên serbixwe bêne piştrastkirin. Lê belê cara yekê ye ku Washington agahiyên ewçend zelal parve dike.

Rayedarê leşkerî yê Emerîkî ji bo bidawîbûna şer hêviya xwe ya ji bo danûstandinan anî ziman ku serketina leşkerî dibe ku ne ji bo Rûsyayê ne jî ji bo Ûkraynayê pêkan be.

General Milley got, "Divê herdu alî qebûl bikin ku serketina leşkerî bi dest nakeve û ji ber vê yekê, berê xwe bidin rêyên cuda." General got, "Ji bo danûstandinan firsendek heye."

Ev daxuyanî piştî wê bûyerê hate dayin ku Rûsyayê ferman da yekîneyên xwe ji bajarê Xersonê yê li başûrê Ûkraynayê vekişîne. Vekişîna ji Xersonê ji bo Rûsyayê weke derbeke giran hate nirxandin. Lê belê Ûkrayna bi fikar nêzî rewşê dibe û diyar dike ku Rûsya bêyî şer bike xwe ji vî bajarê stratejîk venekişîne. Li gorî serokê DYE'yê Joe Biden jî vekişîna Rûsyayê nîşaneya 'pirsgirêkên rasteqîn' a li qada şer e.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.