Li gorî şaredarê Hadarê yê li Girên Golanê ku beşeke wê di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, ji Hadar û Jaramana yên ser bi Şamê '400 şêx' piştî erêkirina meqamên Îsraîlê wê biçin Îsraîlê.
Hate ragihandin ku ji Suweydayê ya wîlayeta Durzî ya li başûrê Sûriyeyê wê 150 şêx li gel wan biçin Îsraîlê. Rayedarekî ji AFP'ê re got, heyetê biryara xwe ya ji bo serdana Îsraîlê ji hikumeta Sûriyeyê re ragihandiye, lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî wernegirtiye. Heyet wê serdana tirba Nebî Şûayb bike ku qada herî pîroz a Durziyan a li Îsraîlê ye ku li nêzî Tîberîasê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN