Bi şanoyê salên destpêka PKK’ê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Kanûn 2022 - 05:20

  • Li Rojava encama du atolyeyan bi xebata 50 ciwanan weke du lîstikên li ser salên destpêkê yên PKK´ê, li ser dika şanoyê hatin nîşandan. Lîstik wê di demeke kurt de dijîtalkirî jî werin parvekirin û xelk wê karibe li wan temaşe bike.

EKÎN RONÎ/ANF/QAMIŞLO

 

Komuna Şanoyê ya Rojava li gel Şanoya Çiya ya ser bi Tev-Çandê, projeya '2 Atolye, 2 lîstik' bi serketî bi cih anî.

Şanogerên Rojava karên perwerde, rêxistinî û hunerî danîne pêşiya xwe. Ew projeyên xwe li gel zorî û zehmetiyan gav bi gav pêk tînin.

Şanogerên li vê qadê xwe dispêrin hêza xwe, keda ciwanên Rojavayî û bi perwerdeyê, bi zanebûn û baweriyê karên ji bo sala 45'an a PKK'ê amade kirin. Wan berhema encam jî pêşkêşî temaşevanan kir. Li gel afirandina berhemên şanoyê, ji bo fêhmkirina dîroka partiyê ya bi rengekî rast û bicihanîna wê, mohra xwe danîn binê 2 lîstikên serketî. Bi rêya vê projeyê, ciwan hatin perwerdekirin, bi rêxistinkirin û çalakkirin. Şanogerên Rojavayî li gel gef û guregura şer, bi derengî jî be azad û bi wêrekî lîstikên xwe pêşkêş kirin. Ne tenê lîstin, wan her wiha ji bo jinûveavakirina jiyanê, zend û bend vemaliştin, hilberandin û li dora nirxan li hev civiyan.

Ciwanên ku li bajarên Qamişlo û Dêrikê li hev kom bûn, ev cara yekê bû ku di karên şano û hunerê de cih girtin. Ew beşdarî atolyeyên ji dersên senaryo û kamerayê bûn. Nêzî 50 kes tevlî atolyeyan bûn. Piştî perwerdeya mehekê, wan zend û bend badan û ji bo sala 45'an a PKK'ê 2 lîstik amade kirin. Şanoya Çiya her du lîstik jî nivîsandin, û lîstik behsa dîroka PKK'ê dikin.

Berxwedana Siwêregê

Şagirtên atolyeyên Qamişlo û Dêrikê ev her du lîstikên bi nivîskairya Şanoya Çiya, bi ked û hewldaneke mezin li ser dikê pêşkêş kirin. Yek ji lîstikan Rastî Dagirkirî ye û ya din jî Dara Jiyanê ye. Rastî Dagirkirî li ser berxwedana Siwêregê ya beriya 1980’yî ye. Ew berxwedan bi pêşengiya yekî ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Salîh Kandal bi pêş ve çû, vê berxwedanê mohra xwe li dîroka PKK'ê xistiye. Lîstik behsa pêvajoyeke welê dike, ku di bin zext û zordariya sîstemê de kadroyên koma destpêkê ya berxwedana Siwêregê bi rêxistin dikin. 

 

Hêvî Şanoger jî lîstik nivîsand û lîstibû

Berxwedan piştî şehadeta Hakî Karker di dîroka têkoşîna çekdarî ya PKK'ê de xwedî cihekî girîng e. Bi kadroyeke qederê 30 kesî ya komeke şanoyê, ev berxwedan weke lîstik li ser dikê hate nîşandan. Lîstik qala wan salan dike yên ku li dijî paşverûtiya noker û zilma dewleta Tirk, artêşa azadiyê şîn dibe. Pêvajoya ragihandina PKK'ê jî ji çavê peykeltraşekî ve tê nîşandan. Lîstik kesayeteke şoreşger dide naskirin. Li Hîlwan û Siwêregê gel û sempatîzanên PKK'ê heta dawiyê ji vê kesayeta şoreşger bawer dikin. Lîstik pêvajoya vê çalakiya bi bandor a li nava civakê deng veda, radixe pêş çavên temaşevanan. Lîstik beriya bi salan ji aliyê Şehîd Hêvî Şanoger ve hate nivîsandin û lîstin. Vê carê jî ji aliyê hunermendê Rojavayî, derhêner û perwerdekar Kawa Fettah ve hate amadekirin û pêşkêşî temaşevanan hate kirin.

Salên destpêka PKK’ê û malbata Zogûrlû

Lîstika duyemîn, Dara Jiyanê jî kevn e. Lê belê senaryoya wê nû hatiye nivîsandin. Şanoya Çiya senaryoya lîstikê sala 2017'an nivîsand, behsa kongreya destpêkê ya salên 1978’an a damezrandina PKK'ê dike. Lîstika Dara Jiyanê helbesta Dara Pîr a helbestvanê Rojhilatî Cemal Melîkşa û pêvajoya ji şahîdiya malbata Zogûrlû, yanî mala ku PKK lê ava bû, digihîne hev. Li ser bingehekî xurt ê felsefîk hatiye rûniştandin. Lîstika ku li ser bingehê pîvanên diyalektîk ên başî-nebaşî, doh-îro, xwecihî-gerdûnî hatiye rûniştandin, li hewşa mala Malbata Zogûrlû derbas dibe. Li hemberî daxwaza keyayê gund a ji bo birrîna dara li hewşa mala ku PKK lê ava bibe, behsa berxwedana dayika Seyfettîn Zogûrlû dike. Wê pêvajoyê vedibêje ku Apoyî ji bo civînê wê malê hildibijêrin û têne wê malê. Lîstik behsa wê yekê dike bê ka dayika Îsmet çawa Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz (Sara), Dûran Kalkan (Abbas), Cemîl Bayik (Cûma) nas dike, bi rengekî veşartî deriyê mala xwe li Apoyiyan vedike, çawa Rêber Apo nas dike, hezkirina wê ya ji kadroyên Apoyî re, di heman demê de çawa dara li hewşê diparêze. Lîstika ku ji aliyê Şanoya Çiya ve hate amadekirin behsa salên destpêkê dike.

 

Lîstik wê bên dîjîtalîze kirin û werin parvekirin

Herdu lîstikên ku ji aliyê Komîna Film a Rojava û Nefel Produksiyonê ve dîmenên wan hatin girtin, wê di demeke kurt de li ser medya dîjîtal jî bên parvekirin û xelk wêkaribe lê temaşe bike.

Lîstikên ku diviyabû 27'ê Mijdarê pêşkêşî gel bihatana kirin, ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk û şehadetan, hefteyekê hatin taloqkirin û bi derengî hatin nîşandan. Herdu lîstik wê rojên bê di serî de li Qamişlo, Dêrik û Rimêlanê û li gelek deverên din bêne nîşandan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.