- Yuksel Koç der barê xebatên KCDK-E yên Ewrûpayê de agahî dan û da zanîn ku 22 navendan xebatê dimeşînin û got: “Divê her Kurdek weke wezîfeyeke wijdanî, exlaqî, insanî, welatparêzî tevlî pêngavê bibe. Divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike."
Hevserokê Kongreya Civaka Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç têkildarî pêngava 'dema azadiyê' ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin axivî û bi taybetî bal kişand ser dengvedana paradîgmaya Ocalan li qada navneteweyî û meşa înternasyonalîstan û ciwanan ji bo vê mînak da û got: “Tevî astengiyên koronayê ji Portekîzê, Spanyayê dostên me her sal zêde tên. Me ji wan re got, eger astengî hebe, ne pêwîst e ku beşdar bibin. Lê belê dostên me bi biryardarî xwestin tevlî bibin. Ji dostên me 17 kesan got di nava her şert û mercî de em ê bên û ji bo Serok Apo bimeşin. Çima? Ew dibêjin, Serok Apo ne tenê serokê gelê Kurd e, serokê mirovahiyê ye. Serok Apo serokê şoreşger, muxalîf, demokratan e. Ji xwe gelên cîhanê vê dema dawiyê rexneyan li me dikin. Dibêjin, hûn Serok Apo tenê weke serokê gelê Kurd dibînin. Lê belê Serok Apo serokê neteweya demokratîk e. Lewma eleqeyeke pir mezin li cîhanê ji bo Serok Apo heye. Ji Latîn Emerîka heta Ewropayê, ji Efrîkayê heta Rojhilata Navîn gelên cîhanê her kes dibêje; modernîteya kapîtalîst ne çareseriya pirsgirêkan e. Çareseriya pirsgirêkên heyî yên mirovatiyê paradîgmaya Serok Apo ye, paradîgmaya modernîteya demokratîk e.”
Li 22 navendan aktîvîte
Koç li ser xebatên xwe yên di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' jî agahî dan û got: “Bi navê KCDK-E me di Sibatê de dest bi pêngavekê kir ku ji 1 heta 15'ê Sibatê li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Serok Apo çalakî bên lidarxistin. Du tişt pir balkêş in. Yek; em bi xet û bîrdoziya Serokatî bigihêjin gelên cîhanê. Bi vê armancê em li 22 navendan çalakiyan li dar dixin. Çima 22 navend? Serokatî 22 sal in hatiye dîlgirtin, ji bo her salekê me navendek destnîşan kir. Pirtûkxaneya Serokatî li Hambûrg û Stûttgartê dest pê kiriye, wê li bajarên din hemûyan dest pê bikin. Pirtûkxaneya Serokatî li nava bajaran digerin, hevalên me pirtûkên Serokatî yên bi zimanê wî welatî hatine wergerandin bi gelên cîhanê re parve dikin. Hem xeta Serokatî hem Serokatî bi gelên cîhanê didin naskirin. Serokatî bandoreke mezin li gelên cîhanê kiriye. Sendîkaya Efrîkayê, her wiha Koma Dostên Kurd li Efrîkayê kampanyayek ji bo Neteweyên Yekbûyî dan destpêkirin. Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku sendîkayên Îngiliz pêşengî jê re kirin, niha bi beşdariya sendîkayên Efrîkayê, Îtalya, Fransayê jî dewam dike. Êdî ji bo azadiya Serokatî li cîhanê li qadeke mezin kar tê meşandin.
Divê her Kurdek weke wezîfeyeke wijdanî, exlaqî, însanî, welatparêzî tevlî vê pêngavê bibe. Heta azadiya Serok Apo wê karê me dewam bike.
Her kes nûnerê Serok e
Koç di dewam axaftina xwe de qala hin xebatên xwe yên din kir û xwest tecrîda di şexsê Rêber Apo de li gelê Kurd tê kirin were şikandin û got: “Ji bo bîrdoziya Rêber Apo bê naskirin, li rojnameyên cîhanê îlan tên dayin. Li Elmanya, Awûstralyayê li rojnameyan hate weşandin. Li Îtalya, Kanadayê wê ev îlan bên weşandin. Her Kurdek di vê mijarê de divê xwe weke şagirtê Serok Apo bibîne, temsîliyeta Serok Apo bike. Li cihê kar dike ji hevalên xwe yên kar re bêje, karsaz be ji hevalên xwe yên karsaz re bêje. Ji cîranên xwe yên biyanî re qala Serokatiyê bikin. Nêrîna Serokatî niha li Rojava pêk tê. Lewma gelên cîhanê bi sempatiyeke mezin nêzî Rojava dibin. Divê em ji gelên cîhanê re bêjin, felsefeya li Şengalê tê meşandin, ya ku Êzîdxan parast, ya ku Rojava jî parast xeta Serok Apo ye. Her Kurdek divê weke temsîliyeta Serok Apo tevbigere. Çawa ku enternasyonîstên Katalan gotin; di nava her şert û mercî de ew ê bên û ji bo Serok Apo bimeşin, em her Kurdek jî divê li ser vî bingehî nêzî Serokê xwe bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN