Bi ristên helbestan Leyla Qasim

Nûçeyên Dosye

Çarşem 12 Gulan 2021 - 10:17

  • Leyla Qasim sembola serbilindiya berxwedana li dijî zilma dijminên miletê Kurd e. Ji ber wê jî Hêmin gotinên madalya îftîxarê ji bo kendirê celad dixe stûyê wê bi kar tîne. Xweşfexra Seydayê Tîrêj, li gorî Cegerxwîn dijmin ji tirsan kiriye şêt.

Leyla Qasim jineke leheng û berxwedêr bû. Ji lewma di dîroka têkoşîna gelê Kurd de ciyekî wê yê bi qedir û taybet heye. Ew di temenekî ciwan de bi wêrekî û bîr û baweriya xwe bû sembola têkoşîna jinên Kurdistanê. Helwêsta wê ya li hemberî dagirkerên Kurdistanê ji bo gelek têkoşerên Kurd bûye mînak. Heta bi mirinê jî dev ji wêrekiya xwe bernade, bi serbilindî ber bi sêdarê ve diçe û li pêşberî hakimên dewleta Beesê ya Iraqê dibêje, “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd wê ji xewa giran şiyar bin, ez pirr kêfxweş im ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.

Ji keziyên porên min alekê çêkin

Ew lehenga doza Kurdistanê bû û nehişt ku dagirker bi mirina wê kêfxweş bibin. Ji lewre, gava ku celadên dewleta Beesê xwestin çav û destên wê girêbidin, wê nehişt çav û destên wê werin girêdan. Bê tirs û bi xwe bawer bû. Beriya here sêdarê, bi serfirazî sirûda neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîb” xwend û bi vî awayî pihîn li kursiyê bin piyê xwe xist.

Beriya ew were îdamkirin, diya xwe dîtibû. Diya wê bi nasnameyeke cuda xwe gihandibû hepsa Ebu Xureyb û Leyla dîtibû. Leyla Qasim ji diya xwe re dibêje, “Gava ez mirim, bi mirina min xemgîn nebin, bila ji keziyên porê min alekê çêkin.”  

Dibe ku ji keziyên wê alek çênebûbe lê ji keziyên porê Leyla Qasim ristên helbestan ava bûn. Îro navê Leyla Qasimê di ristên helbesta Kurdî de li ba dibe. 

Serpêhatiya wê bi helbestî nihurî

Li her welatî leheng dimirin lê ji bo ew di bîra civakê de bîminin û neyên jibîrkirin helbestvan li van lehengan xwedî derdikevin û bi ristên xwe wan nemir dikin. Dagirkerên ku van lehengan dikujin, diçin ser sergo, lê lehengên wek Leyla Qasim bi ristên helbestan tim li bîra civakê ne. Helbestvanên Kurd jî bi ristên xwe yên resen Leyla Qasim nedan jibîrkirin. Ev helbestên wan piştî demekê bûn stran û li çar aliyê Kurdistanê belav bûn.
Ji şairên neteweyî yê Komara Kurdistanê, Hêmin Mukriyanî di helbesta xwe de henekê xwe bi Mecnûn dike û dibêje, bi Leylaya xwe zêde şanaz nebe, tu were li Leylaya me binihêre ew şevên me ronî dike û kendîrê di stûyê wê de medalyeya şanaziyê ye ji bo gelê wê. Ristên Hêmin Mukriyanî yên ji bo Leyla Qasim wiha ne: 

Ke tu turay le çawim wek xewî min


Le biskit reştire mangeşewî min


Birû Mecnûn be Leylay xut menaze


Ke nawbangî pitir derkird ewî min





Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!


Be keyfî xut petit bawêje estom


Ewe pet niye mîdalî îftixare


Ke bûme qaremanî mîlletî xom.


Şêra Cegerxwîn


Her wiha Cegerxwîn jî bi ristên xwe berê me dide dîroka Kurdan û rehên Leyla Qasim pirr dûr dibe û wê weke keça “Mîtanî û Medan” nîşan dide. Ji bo Leyla were naskirin dibêje, “Leyla kî ye?” 

Şêr şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek asin e
Leyla çi ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e
Leyla min e, Leyla welêt
Wê dil li min kir ar û pêt
Mizgîn li Kurd roja me têt
Dijmin ji tirsan maye şêt
Leyla çi ye? Leyla jin e
Leyla kî ye? Leyla min e
Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku canfîda
Xweş bin ji te jar û geda

Seydayê Tîrêj jî bi ristên xwe dixwaze şîna Leyla Qasim jî wek jiyana wê be û ji eksa dijmin re dibêje, em ê ala rengîn bi ser tabûta wê dakin û di ber dijmin re derbas kin. Seydayê Tîrêj di helbesta xwe ya “Şîna Leyla Qasim” de dibêje:

Em ê tabûtkê peyda kin
Ala rengîn bi ser dakin
Di ber dijmin re derbas kin
Digel şêx û mela Leyla

Tu xweş fexr e ji Kurda re
Bi karwanê şehîda re
Dilê min tim bi hewar e
Ji rengê bilbila Leyla

Bi wê bejnê bi wê qamê
Dema bighêje hendamê
Silav bik xas û wê `amê
Şehîd û goriya Leyla

Tenê ne Hêmin, Cegerxwîn û Tîrêj her wiha gelek helbestvanên din jî ji bo Leyla Qasim ristan dirêsin û bi helbestan wê bi bîr tînin. Adonîs û gelek helbestvanên Ereb û Filîstînî jî ji bo Leyla Qasim helbest nivîsandine û behsa çelengbûna wê kirine.

Her wiha muzîkjenên Kurd yên wek Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestvanên Kurd yên derbarê Leyla Qasim de kirine awaz û stran, û ew şirove kirine. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.