Bi rengên Piperê Blues

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 03:02

  • Rose Piper ji kêm hunermendên Afro-Emerîkî bû ku beriya 1950´î li New Yorkê pêşangeheke solo karîbû veke. Wê bi hunerê xwe muzîka Afro-Emerîkiyan, nexasim jî Blues xuyatir kir. Hunerê wê di heman demê de rexneyeke xurt bû li civaka jinê tine dike û dewleta Afro-Emerîkiyan tine dike.

Rose Theodora Piper ji kêm hunermendên ne spî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye ku di dema Şeêrê Cihanê yê Duyem û dema piştî wê de navdar bû û hat qebûlkirin. Ev hunermenda sala 1917’an hat dinê, bi wêneyên xwe yên bi îlhama ji muzîka blues ên nîv mucered,di salên 1940´î de di nava dinyaya huner de xuya bû. Wê herçendê dixwest bi hunerê xwe dakeve jî, di salên 1950´î de ji ber pêdiviya wê ya bi derfetên aborî, da ku debara xwe bike, ew bû dîzaynkera tekstîlê jî. Ew qederê 30 salan bi navê Rose Ransier weke dîzaynker ji bo frabrîkeyên qumaşan xebitî. 

Wê hema wisa wêne çênekirin. Wê bi wêneyên xwe bal bire ser nifûsa ne spî, bi gotina îro “mirovên rengîn (People of Colour)” ya DYE´yê. Wê hem hunerê wan û hem jî jiyana wan bi berhemên xwe xwest xuyatir bike. Di dawiya sala 1947´an de pêşangeha wê ya bi navê “Blues and Negro Folk Songs (Blues û stranên gelêrî yên reşikan)” li Galeriya Roko ya li New Yorkê di vî warî de xebata wê ya herî berfireh a pêşî bû. Di pêşangehê de 14 wêne hebûn û mijara hemûyan muzîka blues yan jî ya gelêrî ya mirovên ne spî yên li DYE´yê bûn. Ev pêşangeh gelekî serketî bû. Rexneyên gelekî erênî yên rexnegirên hunerî jî kirin ku ev mijar bêhtir xuya bibe. Pêşangehê qederê hefteyekê dewam kir û pirraniya berhemên wê hatin firotin. 

Hingê yanî di salên 1940´î de Rose Piper yek ji 4 hunermendên wêneyên mucered ên Afro-Emerîkî bû ku li New Yorkê karîbûn pêşangeheke solo vekin.  
Piştî ku di salên 1980´yî de ji dîzaynkeriya tekstîlê teqawît bû, wê rengandin û xêzkirin ji nû ve ji xwe re kir kar û pêşangeh vekirin.

Keça mamosteyekî

Rose Piper (Rose Theodora Sams) li Bronx mezin bûye, cihê ku bavê wê lê mamosteyê Latînî û Yewnanî bû. Ew ji Hunter Collegeê sala 1940´î mezûn bû û ji 1943´yan heta 1946´an jî ew di Art Students League a New Yorkê de û li wir wê Vaclav Vytlacil û Yasuo Kuniyoshi xwendin. Jixwe hingê piştî ku wê Sterling Brown nas kir elaqeya wê ya ji muzîka blues re çêbû. 

Sala 1948´an, salekê piştî pêşangeha wê ya serketî ya li New Yorkê berhemên wê di nava Pêşnageha Wêne, Peyker û Çapên Hunermendên Reşik a Salane ya 7´an de cihê xwe girt. Di vê pêşangehê de berhema wê ya bi navê Grievin’ Hearted xelata ji bo Portreya Herî Baş a Boyaxkirina Figur wergirt. 
Rose Piper bedena jinê jî di hunerê xwe de kir mijareke sereke; nexasim jî kontrola jinan li ser bedena wan bi xwe di berhemên wê de ji mijarên tim û daim bû di salên 1940´î de. Dawiya salên  1940´î ji bo wê weke hunermend salên herî berhemdar bûn. Wê studyoyek li Greenwich Village girt, li Galeriya ACA pêşangeh organîzekirin. Berhemên wê di New York Times, Art Digest, û ARTnewsê de hatin nirxandn û rexneyên baş lê hatin kirin. 

Piştî navbereke 30 salan vegera li huner

Estetîka di berhemên wê de û teknîkên wê diguherîn. Dereceya muceredbûnê jî ti carî weke xwe nemaye di berhemên wê de. 
Lê ji ber ku rexneya “tenê bi mijarên reşikan” dadikeve lê hat kirin, wê tercîh kir ku lêkolînên xwe ji bo rengandina Başûrê Emerîkayê rawestîne û berê xwe bide Parîsê. Vegera ji Parîsê bextreşiyeke aborî jî bi xwe re jê re anî û ew neçar ma ji bo debara xwe bike weke dîzaynkera tekstîlê kar bike. Ew sala 1979´an ji vî karî teqawît bû û wê ji nû ve dest bi huner kir. Lê vê carê tesîra salên wê yên dîzaynkeriyê li ser berhemên wê eşkere xuya bûn. Ew bi xwe behsa Hans Memling û Jan van Eyck ên Flaman dike ku tesîr li wê kirine. Lê wê îlhama xwe her ji muzîka Afro-Emerîkî digirt û armancên wê yên siyasî yên ku  wê bi hunerê xwe dikir ku bêhtir xuya be jî neguhertibûn. Gava wê 87 salî sala 2005´an wefat kir wê di navê de pêşangeheke solo ya li New Yorkê jî gelek pêşangehên din jî vekiribûn. 

Blues û rexneyên siyasî û civakî

Di berhemên wê yên salên 1940´î de mirov muceredbûneke xurttir bibîne jî, estetîka rengan wê muceredbûnê nîvmirî dike. Di berhema wê ya bi navê Yound Woman´s Blues de rohniya ji du pencereyan û di nava hevdu de windabûna detay û rengan, tarî û rohniyê, dibe ku di vî warî de îstîsnayek be. Rengên kesk, sor û zer ên di berhemên wê yên elaqedarî muzîkê de wê di salên 1980´yî de şûna xwe ji rengên realîsttir re bihêlana. Miceredbûna berhemên salên 1940´î jî wê şûna xwe ji muceredbûneke realîsttir (gerçî bi danîna cem hev a mirî û saxan, bi mijarên ji gotarên dînî yên Xirîstiyanî mirov dikare bibêje surrealîsttir jî) a salên 1980´yî re wê bihişta. 

Di hunerê wê de jinên Afro-Emerîkî yên xurt mirov dibîne. Lê mirov her wiha yên lawazkirî, dafdayî bermirinê jî di stasyona metroyeke New Yorkê de dibîne, tevî rexneyeke civakî. Rexneyên li gotara belav a hunerî û hunerê dêrê jî ku figurên Xirîstiyaniyê hemûyan spî nîşan didin jî di berhemên wê de heye; weke At the gates of hell (Li ber dergehê dojehê) ku tê de fîgura sereke ya rizgarker mirovekî reş e. 

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.