Bi rêkûpêkbûna peykeran dilîze

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:39

Wim Delvoye ku weke hunermendekî neo-têgehî yê Belçîkayî tê naskirin, bi projeyên hunerî yên afirîner û tesîra van projeyên hunerî ya ku bîneran dixe “şok”ê tê zanîn. 

Di hemû berhemên wî de ji bilî afirîneriyê fikrên fîlozofîk jî derdikevin pêş û di vî warî de jî sinehetkarekî baş e. Yanî bi projeyên xwe xelkê difikirîne û malzemeyên ku bikartîne jî balkêş in.

Wim Delvoye gelek caran bi îroniyê tevdigere û di berhemên wî de îronî pirr li pêş e. Di pêşangeha wî de ya bi navê “The Order of Things” (Rêkûpêkbûna Tiştan) jî gelek berhemên wî yên balkêş hene. Ew bi van berhemên xwe her wiha li têkiliya di navbera simsarên hunerê û hunermendan de jî dikole û bi nihêrîneke cuda nêzî meseleyan dibe. Jixwe heta jê tê hin berhemên klasîk tevî berhemên nûjen dinirxîne û rêgez û qalibên heyî serobino dike. Yanî heya jê tê babetên tevlîhev dineqîne û herî dawî aqilê çêkirî jî bikaraniye ji bo hunera xwe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.