Bi qurbana zaliman bin

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 02:55

Dewleta Tirk a dagirker, piştî bi 23 salan cenazeyê şehîd Nîzamettîn Gokalan da birayê wî Nûman Gokalan. Dewleta Tirk a gornebaş, hestiyên şehîd Nîzamettîn Gokalan ji Goristana Xerzanê revandibûn tevî 281 cenazetyên din ên şehîdan û li Kîlyosê di binê peyarekê de veşartibûn.

Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de dewleta Tirk a dagirker bi  kepçeyan Goristana Şehîdan a Xerzanê talan kiribû û hestiyên di goristanê de biribûn li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê di bin peyarêyê de veşartibûn. Wê demê cenazeyê 282 gerîlayên şehîd hatibûn revandin.

Yek ji wan cenazeyan ê şehîd Nîzamettîn Gokalan bû. Şehîd Gokalan sala 1999’an di şer de şehîd bûbû û cenazeyê wî jî li Goristana Şehîdan a Xerzanê hatibû veşartin. Lê piştre hestî hatibûn dizîn. 

Birayên wî Nûman û Mûstafa Gokalan hestiyên wî doh wergirtin. Hestiyên Gokalan bi wesayîta cenaze di nava tabûtekê de li derveyî goristanê teslîmî malbata wî hate kirin.

 

Xwedî li cenazeyên şehîdan derkevin

Birayê wî Nûman Gokalan diyar kir ew 5 sal in ew hewl didin cenaze wergirin û got, “Beriya bi 5 salan dema ku me miracaetî Saziya Tipa Edlî kir, xwestin dê yan jî bavê me mînaka xwînê bide. Lê her duyan jî rehmet kiribû. Par meha Hezîranê li gund me gora bavê xwe vekir û mînaka ji bo DNA’yê wergirt.”

Gokalan diyar kir ku wan bi salan nedizanî ka birayê wan di sala 1999’an de şehîd bûye û cenaze li Goristana Xerzanê hatiye veşartin û di sala 2017’an de ji rewşê agahdar bûne.

Gokalan diyar kir ku li Kîlyosê gelek cenaze hene û divê malbat xwedî li cenazeyan derkevin: “Bila malbat hestiyên zarokên xwe li vir nehêlin. Bibin li axa xwe veşêrin. Ev ên li vir hemû xwişk û birayên min in. Divê em jî xeta wan bidomînin.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.