Bi operasyonê em rehet bûn

În 2 Sibat 2024 - 01:45

DIYAR EHMED-EHMED SEMÎR / ANHA / HESEKÊ

Di 27'ê Çileyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Kampa Holê di sala 2021'an de beşek taybet ji bo kesên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî wan sûc pêk anîne, ava kir. Ew beş bi navê ˊherêma ewleˊ ye û piştî bûyerên qetilkirinê yên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî kesên ku fikrên wan red dikirin pêk dianîn, hat avakirin. ˊHerêma ewleˊ ji zêdetirî 20 konan pêk tê û li başûrê kampê ye. Di wê beşê de 60 kes ji jin, zilam û zarokan dijîn. Ew herêm ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi asteke bilind tê parastin. Ji "herêma ewle" welatiyê Iraqî yê bi navê Xidir Yûsif ê ku di 2017'an de ji Mûsilê gihîşt kampê û rû bi rûyê 7 hewldanên qetilkirinê bûye got:"Em li vir heta asteke baş ewle ne, lê piştî operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn em xwe zêdetir di ewlehiyê de hîs dikin. Şaneyan gef li min xwar û ez 7 caran rû bi rûyê hewldanên qetilkirinê bûm. Carekê em nêzî 17 xort û 20 jinan li odeya pêşwazîkirinê bûn û çeteyên DAIŞ'ê li dijî me êriş kir. Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û eger Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan nekiriba em ê tev bihatana kuştin."

Piştî operasyonan sûc kêm bûn

Welatiyê Iraqî Ebdulqadir Casim ku ew jî rû bi rûyê gelek hewldanên qetilkirinê bûye, di 2017’an de ji parêzgeha Enbarê gihîştiye kampê. Casim derbarê girîngiya van operasyonan ji bo xelkê kampê û rêgirtina li ber sûcên şaneyên DAIŞ’ê de destnîşan kir ku metirsiya DAIŞ’ê ji 2019’an de dema ku malbatên wan ketine kampê çêbûye ku wan sûcên cûrbecûr pêk dianîn. Lê piştî operasyonên ewlehî ji 2021’an de ew sûc kêm bûn. Heta niha li gor agahiyên ku hatine bidestxistin 34 kesên gumanbar hatine destgîrkirin û cebilxane û çek hatine desteserkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û bi pêşengtiya YPJˊê di 27ˊê Çileyê de ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ da destpêkirin. Hêzan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi ser şaneyên terorîst ên DAIŞˊê de digirin, da ku çavkaniya wan têk bibin, kesên gumanbar bigirin, her wiha kesên destên wan di belavkirina fikrên tund de hene, bi taybet di nava zarokan de bigirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.