• Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan ‘banga lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir da ku bi lez hewl bide.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan ‘banga lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir da ku bi lez hewl bide.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 3’ê Sibatê ji bo ‘çalakiya lezgîn’ miracaetî Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî kir.

Parêzeran, di mircaetê de bal bire ser rewşa muwekîlên xwe Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş û got, ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji wan nayê girtin û behsa miracaetên ji bo hevdîtinên bi muwekîlên xwe re kirin.

Parêzeran cih da raporên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê agahîwernegirtinê de bi bîr xistin.

Parêzeran, bal bire ser xalên 7 û 10 ên Peymana Mafên Medenî yên NY’yê ku êşkence û miameleya xerab qedexe dikin û bang li Raportorê Taybet ê Êşkenceyê yê NY’yê kirin da ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. 

MA/STENBOL