Xizmeta hiqûqî bûye sûc

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:40

Dadgehên Tirk bi çavsoriya li Kurdan hatiye ber rewşa ku hiqûqê rake. Parêzer Necat Çîçek bi ‘dayina ’xizmeta hiqûqî’ tê darizandin. Li ser îdîaya mikurhatî Umît Akbiyik derbarê parêzer Çîçek bi sûcdariya “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kiriye” doz hate vekirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îdiayên Umît Akbiyik ê mikurhatî derbarê parêzerekî de îdianame amade kir. Derbarê parêzer Necat Çîçek de, ku 25’ê nîsana 2023’yan de hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza cezayê girtîgehê heta 15 salan îdianame hate amadekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir. Rûniştina a ewil wê di 21’ê gulanê de bê lidarxistin. 

Îfadeyên derew 

Beşeke mezin a îdianameyê ji îdiayên Umît Akbiyik ê mikurhatî pêk tê,ku beriya niha derbarê bi sedan kesan de îfadeyên derew dabûn. Akbiyik, îdia kir ku TMMOB, KESK, DÎSK û sendîkayên girêdayî wan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), saziyên çapemeniyê, saziyên perwerdeya Kurdî didin, saziyên çand û hunerê û temamiya kooperatîfan “saziyên bi fermana rêxistinê hatine avakirin û pê re tevdigerinin”. Di îdîanameyê de şemayeke têkildarî îdîayan jî cih girt.

 Îdîayên bêbingeh

Akbiyik, di îfadeyê xwe de îdîa dike ku kampanyaya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a bi daxwaza berdana girtiyên nexweşên giran û dermankirina wan dimeşand “bi fermana rêxistinê” hatiye kirin. Akbiyik, her wiha îdia kir ku ÎHD, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) “di nav kordînasyona derve ya girtîgehê de” cih digirin.

Akbiyik, îdia kir ku gelek parêzer “di kordînasyona derve ya rêxistinê de” cih digirin û Necat Çîçek ê OHD’î jî di nav van parêzeran de ye. 

Xizmeta hiqûqê kiriye 

Beşdariya daxuyaniya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya di operasyonên leşkerî de û beşdarbûna daxuyaniya derbarê kuştina rojnamevan Nagîhan Akarsel ku li Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin de weke “çalakiya rêxistinî” hat bi nav kirin. 

Di îdianameyê de hate îdiakirin ku Çîçek “yek ji parêzerên ku di kordînasyona girtîgehê ya derve de cih digire” ye. Her wiha hate îdiakirin ku Çîçek “Ji bo kesên ku bi sûcên rêxistinê hatine darizandin re xizmetên hiqûqî kirine”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.