Bi hunerê xwe serê Kefren firand!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:54

  • Hunermendê Fransî JR ku bi îllûzyonên xwe yên optîk tê naskirin, vê carê jî bi xebateke balkêş serê pîramîda Kefren ya li Misrê firand. 

Hunermendê Fransî JR ku bi îllûzyonên xwe yên optîk tê naskirin, vê carê jî bi xebateke balkêş serê pîramîda Kefren ya li Misrê firand. Ev xebata wî di pêşangeha “Forever is Now” (Heta hetayê, niha ye) de hat nîşandan. Ev pêşangeh hewl dide şaristaniya Misrê bide naskirin. 

Pîramîda bi navê Kefren ya li Misrê xwedî dîrokeke 4 hezar 500 salan e û di lîsteya mîrateya dinyayê ya UNESCO’yê de ye.

Hunermend JR di berhema xwe ya dawî de ev pîramîd bi kar anî. Cara yekem e ku pîramîdeke Misrê dibe mijareke pêşangeheke nûjen ya bi vî awayî.

Hunermendên weke Lorenzo Quinn, Gisela Colon, Sherin Guirguis jî tevlî vê pêşangeha navneteweyî dibin. Pêşangeha “Forever is now” heta 7’ê Mijdarê li serdana xelkê vekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.