Destxeta Erebî bû mîrateya mirovahiyê

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 19 Kanûn 2021 - 22:30

  • UNESCO’yê destxeta Erebî yanê kalîgrafiya Erebî li lîsteya “Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê ya Mucered” zêde kir. 

UNESCO’yê destxeta Erebî yanê kalîgrafiya Erebî li lîsteya “Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê ya Mucered” zêde kir. 

Li ser miracaeta Erebistana Siûdî, Misr, Urdun û 13 welatên din ên Ereb bi hev re, UNSESCO’yê ev biryar da. Erebistana Siûdî serê miracaetê dikişand, ji ber ku wê salên 2020 û 2021 weke “Salên destxeta Erebî” ragihandibû. Wezîrê Çandê yê Erebistana Siûdî, Prens Bedir bin Abdullah bin Ferhan dana biryarê bi kêfxweşî pêşwazî kir got, welatê wî pêşengî ji vê re kiriye.

UNESCO’yê bi xwe di nivîsa ragihandina biryara xwe de ev huner wiha terîf kir: “Pratîka hunerî ya destxeta Erebî bi awayekî rewan ji bo gihiştina aheng, nazikî û xweşikiyê”. 

Lîsteya Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê ya Mucered a UNESCO´yê pratîkên weke cûreyên huner, lîstik, şêwezar, yan jî pisporiyên çêkirina xwarinê dihewîne. Destxeta Erebî jî bi derfetên xwe yên rewannivîsandinê, dike ku hunermend serbest û sfirîner berheman çêke.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.