UNESCO′yê êrişa li dijî JIN TV′yê şermezar kir

Sêşem 5 Îlon 2023 - 16:10

UNESCO′yê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî ekîba JIN TV′yê şermezar kir û xwest berpirsên êrişê werin dadgehkirin.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Audrey Azoulay, bi daxuyaniyekê qetilkirina xebatkarê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şermezar kir.

Audrey Azoulay bang li destshilatan kir da ku li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2222′yan, di rewşên şer de rojnamevanan û kesên elaqedarî wan biparêzin. Her wiha xwest ku der barê vê êrişê de lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên êrişê werin dadgehkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 23′yê Tebaxa îsal de bi balafireke bê mirov a bi çek erebeya ekîba JIN TV′yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir. Di encamê de xebatkarê JIN TV′yê Necmedîn Feysel Hec Sînan şehîd bûbû û nûçegihan Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.