- Hikûmeta federal a Elman naveroka hevdîtina wezîrê şer ê Tirk û wezîra xwe ya şer, weke sirra dewletê ragihand û veşart. Parlamentera pêşnûmapirs dayî, Gokay Akbulut got, ev helwêst nîşan dide ku her du wezîr li ser êrişa dagirkeriyê ya li dijî Garê peyivîne.
Parlamentera federal a Die Linke (Partiya Çep) Gokay Akbulut ji hikûmeta federal a Elman pirsîbû ka wezîrê şer ê Tirk Hulusi Akar bi wezîra şer a Elman Annegret Kramp-Karrenbauer re beriya êrişa li dijî Garê çi peyiviye. Wê nexasim lê pirsîbû, gelo êrişa dagirkeriyê ya li dijî Garê bûye mijara hevdîtinê. Hikûmetê weke bersiv gotibû, "ev sirra dewletê ye" û nabe bê eşkerekirin.
Parlamentera federal Gokay Akbulut li ser vê bersivê ji me re peyivî û got, heger hikûmeta federal eşkere red nake, maneya wê ew e ku ew li ser êrişa dagirkeriyê ya li dijî Garê peyivîne. Parlamentereke din a federal a Die Linke Ulla Jelpke jî got, di civînên hevbendên şer yanî dewleta Tirk û Elmanyayê de ti carî xêrek ji miletên Rojhilata Navîn re nîne.
Haya dewleta Elman jê heye
Gokay Akbulut li dijî bersiva hikûmeta federal a Elman got, "Hikûmeta Elman heger bi hikûmeta Tirk re li ser êrişê, beriya êrişê nepeyiviya, wê dê ev eşkere bigota. Ji ber vê yekê bi ya min îhtîmal e hikûmeta Elman soz dabe ku ew ê xwe li êrişê kerr û kor bike."
Di dewamê de wê bi bîr xist ku dewleta Elman beriya niha jî xwe li êrişên dagirkeriyê yên bi vî rengî yên dewleta Tirk, kerr û kor kiriye û wiha dewam kir: "Di vê êrişê de jî helwêsta hikûmeta Elman bi heman rengî ye. Em weke partî bersiva dayîn me û ya dayîn we [rojnamevanan], weke yeke mirov jê bawer bike, nabînin. Ez careke din dibêjim, haya dewleta Elman ji şerên li dijî hiqûqa navneteweyî yên dewleta Tirk hemûyan heye."
Helwêsta hikûmeta federal cihê şermê ye
Bi ya wê hevdîtin bi qest ne bi wezîrê karê derve Heiko Maas re, lê bi wezîra bê tecrûbe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer re hatiye kirin. Wê helwêsta hikûmeta federal a bermaberî Garê jî weke cihê şermê bi nav kir: "Beriya niha Desteya Zanistê ku şêwirmendiya Meclîsa Federal dike, gotibû êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Hikûmeta Elman bi vê dizane û dîsa jî dibêje, halê hazir agahiyên me têra xwe li ser vê êrişê nînin; bi vî rengî ew xwe li binpêkirina hiqûqê kerr û kor dike, û ev jî cihê şermê ye."
Elmanya xwe bêdeng kir
Me ji Ulla Jelpke jî heman pirs kirin û wê got, naveroka hevdîtina Hulusi Akar û Annegret Kramp-Karrenbauer bê veşartin jî hevbendiya şerî û sîlehan a dewleta Elman û Tirk timî li xisara Kurd, Ermenî û miletên Rojhilata Navîn bûye. Bi ya wê, "Li gorî vê, divê em gumanê bikin, lewma heger wezîrên şer ên her du welatan bicivin, jê tiştekî bi xêr derneketiye."
Bi ya wê, mesele misogerkirina bêdengiya hikûmeta federal a Elman beramberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bûye: "Erê helwêsta rêveberiya nû ya DYE´yê ya beramberî dewleta Tirk û Kurdan hînan ne zelal e, lê ya ku Akar esas dixwest, ew bû ku niyeta baş û bêndengiya hikûmeta federal a Elman beramberê operasyona Garê misoger bike."
Li gorî wê, ji ber ku DYE´yê ji balefirên şer ên dewleta Tirk re meydana hewayî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê vekiriye, tirs û fikarên Enqerê yên beramberî DYE´yê jî belesebeb bûn. Ew îdîa dike ku "Dewletên NATO´yê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hevgir in."
NAVENDA NÛÇEYAN