Bi daktîloyê resman xêz dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Çile 2024 - 03:55

Leslie Nichols hunermendeke şêwekariyê ya Emerîkî ye. Ew li bajarê Kentuckyê dimîne. Leslie Nichols ji bo şêwekariya xwe rêbazeke kêmdîtî bi kar tîne: daktîlo. Ew li zanîngeha Fontbonne pêşî lîsansa xwe dike û paşê li Zanîngeha Western Kentuckyê jî mastira xwe dike. Wê paşê tecrûbeyên bi çapên hesinî û darî yên herfan kirin da ku zanibe ka derbên xwe ji bo çêkirina berhemên xwe çawa lêxe. Pirraniya berhemên wê jî protreyên jinan in: Pîr, zarok, ciwan, navsere. 

KENTUCKY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.