Bi cenazeyan zilmê li malbatan dikin

Pêncşem 17 Tebax 2023 - 16:21

Cenazeyê endamê HPG’ê Erdal Marangoz ê ku tevî ku hatibû teşxîskirin jî li goristana bêkesan a Nisêbînê hatibû veşartin, piştî 4 mehan radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenazeyê lawê xwe di bin dorpêça polêsên Tirk de li Qelqeliyê veşart.

Cenazeyê endamê HPG’ê Erdal Marangoz (Bahoz Çiya) ê ku di êrişa dagirkeriyê ya di 2’yê Gulanê de li Çiyayê Bagokê yê Nisêbînî şehîd bûbû, piştî 4 mehan radestî malbata wî hate kirin. Tevî ku cenaze ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin jî bi hinceta encama DNA’yê diyar nebûye, cenaze li goristana bêkesan a li Artûklûyê hatibû veşartin. Piştî ku encamên DNA’yê diyar bûn, cenazeyê Marangoz radestî malbata wî hate kirin.  Malbatê pêr serê sibehê ji bo cenazeyê lawê xwe bigire ji Wanê çû Mêrdînê, tevî ku kirariyên wergirtina cenaze temam bûn jî heta derengî şevê cenaze radestî wan nehate kirin.

Derengî şevê cenazeyê Marangoz radestî malbata wî hate kirin. Cenaze li navçeya Qelqelî ya Wanê di bin dorpêça polêsên Tirk de hate veşartin. Polêsan ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kesekî din tev li merasîma cenaze bibe.

WAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.