Bi çavekî cuda Ehmedê Xanî

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Mijdar 2023 - 00:04

Nivîskarê Kurd Diyar Bohtî, pirtûka xwe ya nû ya bi sernavê Bi çavekî cuda Ehmedê Xanî îmze kir, ew pirtûk, berhema lêkolîn, şîirovekirina felsefeya Ehmedê Xanî ye.

Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û xelkê, li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiya îmzekirina pirtûka nivîskar Diyar Bohtî li dar xist.

Nivîskar Diyar Bohtî malavahiya her kesî kir ku di derxistina pirtûkê de alîkairya wî kirine. Wî got, kitêb encama lêkolîna du salan bûye. Bohtî wiha peyivî: "Kêfxweşiya min nayê wesifkirin, ne tenê ji bo derxistian pirtûka min a nû, lê belê li ser naveroka pirtûka ku felsefeya fîlozofê Kurd û helbestvan Ehmedê Xanî, şirove û fikrên wî ye."

Bi Mem û Zînê desthilat şirove kir

Li ser naveroka pirtûka Bi çavekî cuda Ehmedê Xanî Bohtî wekî din got: "Mixabin, pirranî ji me tenê dizanin Xanî helbestvan e, yek ji stûnên helbesta Kurdî û xwediyê destana Mem û Zîn e. Lê aliyên din di felsefeya wî û nihêrînên wî de hene û hîna winda ne. Wî bi rêya Mem û Zînê têgeh û cewhera jiyan, xwedawendî, rewşa civaka Kurd a wê demê, rexnekirina desthilatê, şirove kirin. Di vê pirtûkê de ne şirovekirina giştî ya destana Mem û Zînê ye, lê belê tenê derxistina 22 beşên ji wê ye. Di her beşekê de şîroveyeke fireh a nihêrînên Xanî heye; danasîna xwedawendî, mirov, gerdûn û çêbûn, nîqaş, têkiliya jin û mêr, işq û hezkirin."

Bohtî got, armanca Xanî bi rêya Mem û Zînê yekîtî û lihevkirina gelê Kurd bû û bi Mem û Zînê rewşa Kurdan, êşên wan ji desthilatên wê demê, parçebûn û koçberiyê şirove dike.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Mexso axivî û got, "Mîna vê berhema wêjeyî, dîrokî, felsefî û fikrî nivîsgeha Kurd û wêjeya Kurdî dewlemend dike."

Piştre pirtûk hate îmzekirin û li beşdaran hate belavkirin.

Nivîskarê Kurd Diyar Bohtî di 1958an de li navçeya Dihê ya herêma Botan a Bakurê Kurdistanê hate dinê. Beşa çandiniyê li Bakurê Kurdistanê xwendiye, 20 salan weke rojnamevan li Başûrê Kurdistanê, Ewrûpa û Rojava kar kiriye. Niha jî di beşa Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava de mamoste ye. 

Ew nivîskarê romana Gul Bişkivîn, dîwana helbestê Şehîdname, romana Mexmûr, Ferhenga Biwêjan, romanên Soryaz 1 û Soryaz 2 û romanaGustîla Pîroz hatin îmzekirin. Her wiha pirûtka wî ya li ser rojnamegeriya Kurdî Rehbera Radyoyê û pirtûka zarokan Şengê û Pengê ji bo Zarokan ye.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.