Bi belgefilman şerê Kobanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 06:53

  • Sînema di dema şer de amûreke giring e. Nexasim jî niha ku her tişt bi dîtbariyê tê nirxandin û nîşandan. Ji lewma jî piştî şerê Kobanê, çêkêrên belgefilman berê xwe dan Rojava û gelek belgefilm çêkirin. Xelkê bi van belgefilman bêhtir Kobanê nas kir û hay ji şerê ku li wir qewimiye çêbûn.

Piştî şoreşa Rojava, xelkên cîhanê hemûyan Kobanê nas kir û ev bajêr bû sembola azadiyê. Kurdan bi berxwedana xwe ya dîrokî bala cîhanê hemûyî kişandibû ser Rojava û ji her derê dinyayê xelk tevlî şoreşê bûn. Ji lewma şerê Kobanê, weke “Şerê Lenîngradê” hate nirxandin û Kurdan nehiştibû DAIŞ Kobanê bi dest bixe û hişmendiya xwe li axa Kurdistanê bi cih bike. Vê berxwedana Kurdan kir ku 1’ê Mijdarê li dinyayê weke “Roja Cîhanî ya Kobanê” were pîrozkirin. 

Di warê hunerî de jî şerê Kobanê bala gelek kesan kişand ser xwe. Piştî şer, bi hunerê xwe bi vê mijarê daketin û xwestin behsa serpêhatiya şer bikin. Li ser şerê Kobanê, roman, helbest û şano hatin nivîsandin. Her wiha, vê şoreşê bala gelek sînemavanan jî kişand ser xwe û piştî şoreşê wan berê xwe da Rojava, nexasim jî kesên ku belgefilm çêdikirin, dixwestin serpêhatiya şerê li Rojava vebêjin û bi vî awayî dinyayê bi vî şerî bihesînin. Sînema jî rêya vê yekê bû ku rastiya li wir qewimiye nîşan bide û weke belge qeyd bike. Ji lewma jî dema em bala xwe didinê, derbarê şerê Rojava de gelek film û belgefilm hatin çêkirin. Serpêhatiyên li wir qewimîn, zedetir bi rêya belgefilman hatin gotin. Ev belgefilm, li gelek festîvalên dinyayê hatin nîşandan û xelkê bi vî awayî Kurd bêhtir nas kirin û haya wan ji vî şerî çêbû.

Di Roja Cîhanî ya Kobanê de me xwest em hin belgefilmên ku hatine çêkirin, bînîn bîra xelkê û binihêrin bê ka li ser vî şerî çi belgefilm hatine çêkirin.

 

‘Nû Jîn’ serpêhatiya 3 jinên YPJ’yî

Derhênerê belgefilmê Veysî Altay, ne ku ji bo belgefilmê çêke çûbû Kobanê, wî dixwest weke rojnamevanekî raya giştî ji şer haydar bike û nûçeyan ragihîne. Lê serpêhatiyên wî yên li wir, kirin ku ew belgefilmekê jî çeke. Ji ber ku di destên wî de gelek dîmenên şer hebûn. Wî bi xwe jî di çeperên şer de cihê xwe girtibû û dîmenên şer ên rasteqîn girtibûn. Jixwe, ji ber vê belgefilma xwe gelek caran hate dadgehkirin û ceza lê hat birrîn.

Belgefilma “Nû Jîn” behsa serpêhatiya jinên pêşeng ên di şer de dike. Ew qederê saetekê dirêj e. Belgefilm sala 2014’an hatiye çêkirin. Sê jinên YPJ’yî di çeperan de çawa li ber xwe didin, nîşan dide. Ew her sê jin jî bûne sembola berxwedana şerê Kobanê. Belgefilma “Nû Jîn” li gelek festîvalên cîhanê hat nîşandan û xelat wergirtin. Nû Jîn, di Mîhricana Filmên Navneteweyî ya Atlantikê de xelata belgefilma herî baş wergirt.

 

Roza; welatê du çeman

Derhêner Kudbettîn Cebe belgefilma “Roza-welatê du çeman” sala 2016’an hazir kir. Kutbettîn Cebe jî demeke dirêj li Kobanê û bajarên Rojavayê Sûriyê geriyabû û arşîveke baş kom kiribû. Wî bi van çavdêriyan, belgefilma xwe hazir kiribû, “Li Rojavayê, li her herêmê, meclîsên gel hene ku di van meclîsan de her bawerî û nasname li gorî reng û dengê xwe dijî. Me cih da awayê xebata van meclîsan. Ji meclîsa herî piçûk heta meclîsa herî mezin xebatên meclîsan di belgefilmê de cih digirin.” 

Belgefilma “Roza-welatê du çeman” şoreşa li Rojava bi giştî dinirxîne. Di vê şoreşê de Kurd, Sûryan û Ereban çawa cihê xwe girtiye û li ber xwe daye,di filmê de tê nîşandan. Ev gelên hanê, ji aliyekî ve li dijî êrîşên DAIŞ’ê xwe diparêzin û ji aliyekî ve jî dixwazin pergaleke komûnal ya bi navê “Xweseriya Demokratîk” ava bikin. 

Cebe sala 2016'an ji ber belgefilma xwe ya bi navê "Roza-Welatê du çeman" bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, hate dadgehkirin. 

 

My Paradise yan jî bihişta Ekrem Heydo

Ekrem Heydo derhênerekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Ew li Serêkaniyê hatiye dinyayê. Wî jî bi belgefilma xwe “Bihişta min” a sala 2016’an, daye pey bibîranînên xwe û serpêhatiyên xwe yên şexsî û ew bi yên civakê ve girê dane. Ew bi vê belgefilma xwe serpêhatiya welatekî ku hatiye dagirkirin vedibêje. Behsa êrişên El-Nûsra û DAIŞ’ê yên sala 2012’an ên li dijî Serêkaniyê, dike. 

Belgefilm bi wêneyekî zarokatiya Ekrem Heydo dest pê dike. Dema ew li dibistanê bû li bajarokê Serêkaniyê, pêkhateyên bajêr Kurd, Ermen û Sûryan li dibistanê bûn. Ekrem Heydo rengê jiyana wê demê tîne ber çavên me û herî dawî niha di çi rewşê de ye, wê vedibêje.

Ekre Heydo jî bi vê belgefilma xwe beşdarî gelek festîvalan bû. Di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Tenemos Que Ver de, xelata “Belgefilma herî baş" wergirt. Her wiha li Ûrûgûayê jî tevlî festîvalan bû û ji wir jî xelat wergirtin.

 

Radyoya Kobanî û dengê Dilovan Kîko

Belgefilma “Radio Kobanî” xwedî nameyekê ye, lê nameya li vir ne ji bo bav ji bo zarokeke hîn çênebûyî ye. Dilovan Kîko, bêjera Rayoya Dengê Kobanê nameyekê ji zaroka xwe ya çênebûyî re dinivîse û tê de qala serboriya xwe ya bêjeriyê û Kobanê dike ku belgefilm jî di ser vê serboriyê re pêvajoya bi şerê DAIŞ’ê re û piştî wê nîşan dide. Dilovan Kîko di demeke wisa de ku hîna nîvê bajêr di dest DAIŞ de ye, tê Radyoya Kobanê ava dike û deng û behsan digihîne mirovan.

Radyo Kobanê, di belgefilmê de weke sembolekê ye. Bi radyoyê bajêr vediguhere rewşeke normal, Dilovan Kîko jî dixwaze bi vî awayî bajêr ji nû ve zindîtir bike. 

Belgefilma “Radio Kobanî” li Festîvala Amsterdamê ya Belgefilman (IDFA) xelata “belgefilma herî baş” wergirt. Her wiha li gelek festîvalên din jî hat nîşandan û dîsa xelatên baş wergirtin.

 

Trajediya sînoran; Binxet

Derhêner Luigi D’Alife li bajarê Îtalya Torîo dimîne, û cara pêşî Îlona 2015´an bi komekê re berê xwe da Kurdistanê. Ew ji bo piştgiriya Rojava û berxwedana Kobanê diçe navçeya Pirsûsê. Piştre lêgerîna xwe ya bi rêya hunerê xwegihandina raya giştî a welatên rojava, dewam dike. Û di dawiyê de belgefilma “Binxet” derdikeve holê. 

Derhênêrê Îtalî Luigi D´Alife di nav du salan de gelek caran çû Kurdistanê. Dema ew di Gulana 2015’an de diçe Kobanê û çav bi wir dikeve, dibêje, “Her devera Kobanê azad bûbû. Hingê min fêm kir ka sînor xwedî mane û girîngiyeke çawa ne. Min biryar da ku hem di warê siyasî û hem jî di warê civakî-stratejîk de li wan deran çi diqewime, vebêjim. Ka sînor jiyana Kurdan çawa parçe dikin, çi trajedî didin der, min xwest ji civakên welatên rojava re vebêjim.” 

 

‘Commander Arian’

Derhênera Katalanî Alba Sotorra di belgefilma xwe ya bi navê “Commander Arian” (Fermandar Aryen) de behsa fermandareke jin a YPJ’ê dike. Fermandar Aryen piştî şerê Kobanê birîndar bûye û em serpêhatiyên wê yên dema şer dibînin. Alba Sotorra beriya ku ew birîndar bibe jî Fermandar Aryen dişopîne û di şer de gelek dîmenên wê digire. Di dawiyê de jî belgefilmeke wiha çedike.

Filmê Alba Sotorra jî li gelek festîvalên cîhanê hat nîşandan û xelk bû şahidê serpêhatiya Aryena fermandar. Belgefilm sala 2018’an hatiye çêkirin.

 

Û ‘Çîroka bajarên wêrankirî’

Belgefilma Çîroka bajarên wêrankirî, ji berhemên Komîna Film a Rojava ye û di gelek mihrîcanên cîhanî de hat nîşandan. Belgefilm saetek û 17 deqîqeyan dewam dike û ji 3 beşan pêk tê.

Belgefilm balê dibe ser êrişên komên çete yên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal, Kobanê û bajarê Ceza yê herêma Firatê, berxwedana şervanên azadiyê yên li hemberî van êrişan, û serpêhatiyan xelkê û şervanan di dema êriş û berxwedanê de.

Derhêneriya belgefilmê “Çîroka bajarên wêrankirî” (Stories of Destroyed Cities) Şêro Hindê kiriye û ev belgefilm sala 2018’an hatiye çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.