• ÎAHK bang li her kesî dike û dibêje, li cografyaya Kurdistanê ya ku lê xweza her roj tê kuştin, “werin hûn jî darekê biçînin.”

MURAT MANG / BIELEFELD

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji Kurdistanê re (ÎAHK) ya li bajarê Elmanyayê Bielefeldê, bi hevkariya bi Rêveberiya Bajêr a Qamişloyê re li Rojava wê li cihekî bê dar, 3 hezar dar bên çandin. ÎAHK´yê roja 21’ê Adarê kampanyaya xwe da destpêkirin. Ji çandina 3 hezar daran jî wê 3 hezar zarok berpirsiyar bin.

ÎAHK bang li her kesî dike û dibêje, li cografyaya Kurdistanê ya ku lê xweza her roj tê kuştin, “werin hûn jî darekê biçînin.”

Seroka ÎAHK’yê sosyolog û pedagog Emîne Gozen elaqedarî kampanyayê ji rojnameya me re peyivî. Emîne Gozen got, ev proje weke bersiveke qetilkirina xwezaya Kurdistanê ye. Emîne Gozen got, wan ev proje li Ewrûpayê hazir nekiriye û wiha peyivî: “Em çûn Rojava, me li cihê cih li rewşê kola, em li wir bi rayedar, gel û rêxistinên civaka sivîl re peyivîn, û li gorî pêdiviyan em projeyan bi pêş dixin. Fikra vê kampanyayê jî wiha derkete holê.” 

Herêma pîlot li Qamişloyê ye

Emîne Gozen got, weke herêma pîlot wan bajarê Qamişloyê yê li Rojava neqandiye û wiha dewam kir: “Weke xebata pêşî me Qamişlo neqand. Heger desteka xelkê li Ewrûpayê mezin be, em dixwazin dewama projeyê li Reqa Hesekê û Kobanê bikin. Armanca me ne çandina daran e, lê destekkirina ekolojiya wê deverê ye.” 

Emîne Gozen dibêje, roleke pedagojîk a kampanyayê jî heye: “Em li Zanîngeha Rojava û li dibistanan dixebitin. 3 hezar xwendekar, zarok wê beşdarî vê projeyê bibin. Dareke her zarokê wê hebe û ew ê xwedî li wê darê derkevin. Bi vî rengî em dixwazin hestiyariya zarokan beramberî hawîrdorê zêde bikin.” 

Emîne Gozen got, aliyê madî yê kampanyayê ew e ku bi dana 10 euroyan, wê dareke mirovan li Rojava hebe û wiha peyivî: “Mesele ne tenê, min 10 euro dan, darek çand e. Mesele di navbera mirovên me yên li vir û Rojava de pireke ji hestan ava dibe. Em dixwazin mirov ji bo devera ku lê dara wan heye, hestyar bin, xwedî li wir derkevin.”

Emîne Gozen got, şaredariya Qamişloyê projeyên bi vî rengî dimeşîne, û berpirsiyariya kampanyayê jî di destê şaredariyê de ye:

“Berpirsiyariya şaredariyê ji bo me û ji beşdarên kampanyayê re ewlekariyek e. Sîstema Rojava bi xwe jî ewlekariyek e.”

Emîne Gozen got, weke înîsiyatîf ew ê Îlonê biçin Rojava û bi rayedarên li wê derê re biryarê bidin ka kengî ew daran biçînin. Wê herî dawî ev bang li xelkê kir: “Em qirkirina xwezayê jî weke sûcê şer dibînin. Em bang li her kesî dikin da ku ji bo xwezayê bibim hêvî. Bi beşdariya vê projeyê her kes dikare li ber kuştina xwezayê rabe. Her dar hêviyek e. Em hêviya xwe mezin bikin.”

Hesabê kampanyayê

Kesên dixwazin dareke wan jî li Rojava hebe, dikarin alîkariya xwe ya 10 euroyan li ser hesabê li jêr razînin:

Xwediya hesêb: Initiative für Frieden und Hoffnung in Kurdistan

Banke: Sparkasse Bielefeld

IBAN: DE53 4805 0161 0025 4829 77

BIC: SPBIDE3BXXX

Verwendungsweck (sedem): Ein Baum für Rojava
Malpera înternetê: https://www.initiative-kurdistan.org
Facebook: Initiative für Kurdistan
Instagram: @initiative.frieden.hoffnung
Twitter: Frieden Und Hoffnung @lfFuHik
Email:  info@initiative-kurdistan.org