• Rojnameya Brîtanî Financial Times di hejmara xwe ya Yekşemê de eşkere kiribû ku Îran û Erebistana Siûdî li Bexdayê hevdîtinên rasterast dikin.  

Baylozê Îranê yê Iraqê, Îrec Mescidî diyar kir ku ew navbeynkariya Bexdayê ji bo Tehranê û welatên din nêzî hev bike, baş dibîne û got, hebûna hêzên Emerîkayê ne di berjewendiyên Iraqê û herêmê de ye.

Rojnameya Brîtanî Financial Times di hejmara xwe ya Yekşemê de eşkere kiribû ku Îran û Erebistana Siûdî li Bexdayê hevdîtinên rasterast dikin.  Balyozê Îranê yê Iraqê, Îrec Mescidî li ser mijara navbeyndariya Bexdayê di navbera Îranê û welatên herêmê de got, ew vê baş dibînin û diyar kir ku piştgiriya her tevgereke ku bibe sedema bipêşketina peywendî, hevkarî û nêzîkbûnahev a Îranê û welatên Ereb û cîran dikin.

Îrec Mescidî îdîa kir ku hebûna leşkerên Emerîkayê ne di berjewendiyên Iraq û herêmê de ye.  Îrec Mescidî têkildarî diyaloga stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de got, “Biryara Parlamena Iraqê ya derbarê vekişîna artêşa Emerîkayê ji Iraqê de zelal e û Îran bawer dike ku hebûna hêz û baragehên Emerîkayê li Iraqê û herêmê ne di berjewendiyên gelên herêmê de ye.”

BEXDA