Bêtehamûliya ‘Jin jiyan azadî’

Pêncşem 12 Çile 2023 - 01:48

Federasyona Satrancê ya Cîhanê, ji ber tîşortê li ser dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' nivîsandibû, hakemtiya lîstikvana strancê ya Îranî Şohreh Bayat qedexe kir.

Şohreh Bayat li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihan ku federasyona strancê ya cîhanê hakemtiya wê asteng kirine.

Şohreh Bayat da zanîn ku di pêşbirkên dawî de bi cilên şîn û zer ku sembola ala Ukraynayê ye ketiye salona pêşbirkê, serokê federasyona satrancê ya cîhanê ev yeke weke ‘ne di cih de’ nirxandiye.

Şohreh Bayat, destnîşan kir ku ji ber di pêşbirka satrancê ya cîhanê de, ji ber tşortê li ser ‘Jin jiyan azadî’ nivîsandî li xwe kiriye, nehiştine ku hakemtiyê bike.

Şohreh Bayat, lîstikvan û hakema strancê ya Îranî ye. Di sala 2020’an de serhakemtiya Şampiyonaya Satrancê ya Cîhanê ya Jinan kir. Şohreh Bayat, di heman demê de di nava lîsteya hakemên navnetewî ya Federasyona Satrancê ya Cîhanê de jî cih digre.

 

Li Îngîlîstanê penaber e

Di sala 1987’an de li bajarê Reşt ê Îranê jidayîk bû. Ji aliyê bav ve Yahûdî ye, di dema şerê Cîhanê yê 2’an de ji paytexta Azerbeycanê Bakûyê, koçî Îranê kirine. Di sala 1998’an de bû şampiyona satrancê ya keçan a jêr 12 saliyê. Di qada muhendisiya çavkaniyên xwezayî de lîsansa bilind kiriye. Di dema şampiyonaya satrancê ya cîhanê ya di sala 2020’an de, ji ber çador-ku li Îranê neçare were li ber kirin- li xwe nekiribû, rejîma Îranê xwest lêborînê bixwaze. Ji ber lêborîn nexwest, vîzeya Îngîlîstanê wergirt û li wir miracaata penaberiyê kir. Di 5’ê Adara 2021’an de ji aliyê DYE’yê li gel 20 jinan, bi Xelata Jinên Wêrek ên Navneteweyî, hate xelatkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.