Beşdariya jinê ya nav siyasetê

Nûçeyên Jin

Sêşem 24 Mijdar 2020 - 14:51

Bi rasthatina 25’ê Mijdarê, Roja têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê bi dirûşmeya “Ji dagirkeriyê û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin” Desteya jinê a Herêma Cizîrê semînerek da. 

Semîner li hola Zana ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi tevlîbûna jinên di nava saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyên siyasî de li dar ket. Beşa yekê ya semînerê li ser beşdarbûna jinan di biryardayina siyasî de bû. Beşa duyem jî li ser pergala hevserokatiyê bû.
Seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê, Zeyneb Mihemed got, “Di nava civakê de çanda desthilatdariya mêr li ser jinan tê meşandin. Ji bo vê jî em çiqasî dikarin bi biryardayina xwe vê desthilatdariyê ji holê rakin, ewqasî ji bo me girîng e û ev yek erka me jinan hemûyan e.”
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.

JINNEWS/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.