•  Li Swîsre û Holandayê bi du çalakiyên cuda zilma li ser Beluçiyan hate şermezarkirin.

Zext û zordariya rejîma Îranê ya li dijî welatiyên Belûçî, li Swîsre û Holandayê bi du çalakiyên cuda, hate şermezarkirin.

Li paytexta Holandayê Amsterdamê, doh li ber sefareta Îranê, çalakvanên ji Îranê kom bûn û zextên rejîma Îranê û kuştina kolberên Beluçî şermezar kirin.

Herwiha li paytexta  Swîsreyê Bernê jî çalakvanên Îranî li ber sefareta Îranê zextên rejîma Îranê yên li dijî Beluçiyan şermezar kirin. Çalakvanan wêne û posterên zexta li dijî Beluçiyan hildan û bi dirûşmeyan daxwaz ji navendên navneteweyî kirin da ku li dijî zilma rejîma Îranê bêdeng nemînin.

AMSTERDAN/BERN