Berxwedan dewam dike

În 26 Gulan 2023 - 15:03

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê tevî gefên artêşa Iraqê û tozbarînê jî di konên berxwedanê de li ber xwe dide. 

Xelkê Mexmûrê dibêje, ew ê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Pêr careke din artêşa Iraqê hewl dabû dora wargehê têl bike, xelkê wargehê li ber vê rabû û nehişt dora wan were têlkirin.

Bi Kurdî gef xwarin

Şêniyên wargehê careke din konên xwe yên berxwedanê vedan û li ber hewldanên têlkirinê rabûn. Di nava leşkerên Iraqê de kesên bi Kurmancî diaxivîn hebûn û gef li xelkê wargehê dixwarin. Tevî vê jî xelkê wargehê dev ji berxwedana xwe berneda.

Pêr bi şev li rex gefên artêşê û hewldanên têlkirinê, toz jî bariya. Li wargeha Mexmûrê ba û tozeke zêde hat û kesê nedikarî çavê xwe veke. Şêniyan di konên berxwedanê de stran gotin û heta siharê bi sekna xwe ya bi rûmet li ber hewldanên dorpêçkirinê rabûn. Ev helwêst heta vê kêliyê jî dewam dike.

Divê NY bêdeng nemîne

Derbarê mijarê de endamên HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivîn. Endama HDP’ê Seyhan Guneş êriş û hewildanên dorpêçê şermezar kirin û got: “Erka Neteweyên Yekbûyî ye ku li hemberî van êrişan bêdeng nemîne. Nayê qebûlkirin ku dor li van penaberan wisan werw girtin. Em bi dil û can bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne.”

Endamê HDP’ê, Agirîn Ehmed jî got, “Dayîkên Mexmûrê li ber xwe didin. Divê êrişên li dijî Mexmûrê werin sekinandin, ji ber ku armanca wan êrişan bindestkirina xelkê kampê ye.”

Iraq qanûnan binpê dike

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir. Di daxuyaniyê de bang li  civaka Êzîdî, li gelên azadîxwaz hate kirin da ku xwedî li Mexmûrê derkevin: “Mixabin Hukûmeta Iraqê qanûnên navdewletî yên ji bo parastina koçberan hemûyan binpê dike. Dewleta Tirk a dagirker, beriya niha gelek caran êrişên hewayî birin ser vê wargehê. PDK’ê jî bi salan e rê ji ser wargehê birriye. Gelek pirsgirêkên koçberên Mexmûrê hene ku pêwîst e Iraq çareser bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Mexmûrê hate silavkirin û hate gotin, “Hikûmeta Iraqê ji bo desthilata xwe dirêj bike, bazirganiyê bi jiyana gel dike. Em berxwedana xelkê xwe silav dikin û em dibêjin, li ku derê be bila bibe, serketin wê ya gelê me be. Çawa bi ked û xwîna şehîdan heta niha Şengal li hemberî pîlanan bi ser ketiye, wê berxwedana xelkê me yê Mexmûrê jî bi ser keve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.