‘Bêrû’ li Cenevreyê bû

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:12

  • Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ku di bin sîwanê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de kar dikin, bi lîstika xwe ya bi navê “Bêrû” piştî Fransayê, li Swîsreyê dest bi tûrneyê kirin.

Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ku di bin sîwanê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de kar dikin, bi lîstika xwe ya bi navê “Bêrû” piştî Fransayê, li Swîsreyê dest bi tûrneyê kirin.

Lîstika “Bêrû” ya bi Kurdî, ji ber berhema Darîo Fo hatiye girtin û lêanaîn. Lîstik qala siyaseta salên 1970'î ya li Îtalyayê dike.

Bêrû, yekemcar sala 2020’an li Swîsreyê di nava şert û mercên şewbê de hate nîşandan, îsal li salona Mahatma Gandhî ya li Cenevreyê hate nîşandan. Lîstikê gelekî bala mirovan kişand.

Bêrû doh (23'ê Gulan) li Luzernê derket ser dikê û wê di 25'ê Gulanê de li Wintherthurê û 26'ê Gulanê de jî li Bernê bê nîşandan.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.